Ji Parlamenta Başûr alîkariya ji bo Kobaniyan
Ji Parlamenta Başûr alîkariya ji bo Kobaniyan
Ji Parlamenta Başûr alîkariya ji bo Kobaniyan
Parlamenta Herêma Kurdistana Federal, ku hefteya derbasbûyî biryar da bi awayekî fermî têkiliyê bi kantonên Rojava re deyne û alîkariyê bişîne ji Kobanê re, ji bo Kobaniyên li Pirsûsê 260 kon û hezar 400 betanî şand.
Heyeta ji 8 parlamenteran a Parlamenta Kurdistana Federal, ku ji PDK, YNK, Tevgera Goran û Eniya Turkmen pêk tê, ji bo ji Kobaniyan re wargeha ji konan çêbike, hat Pirsûsê.
Parlamentera PDK'ê Amîna Zîkrî, parlamenterê YNK'ê Seîd Masîfî, ji Eniya Turkmen Aydin Marûf, ji Tevgera Goran Mehmûd Omer, ji Hizbî Şûî Ebdurrahman Faris Ebû Karwan, ji Yekgirtûyî Îslam Ebûbekîr Helednî, ji Komala Îslamî Soran Emer û ji Partiya Karkerên Rêzdaran Kurdistan parlamenter Baper Kamla Sluman, Şaredariya Pirsûsê ziyaret kirin.
Heyet ji aliyê Hevseroka Pirsûsê Zûhal Ekmez, Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan û Endama Desteya Bicihanînê ya KCD'ê Feleknas Ûca ve hat pêşwazîkirin û piştî hevdîtinê çû ser sînor. Heyetê ji bo Kobaniyan 260 kon û hezar 400 betanî anî Pirsûsê.