Ji ocaxa Elewiyan alîkarî ji bo Rojava û Şengalê

Ji ocaxa Elewiyan alîkarî ji bo Rojava û Şengalê

Komeleya Çand û Alîkariya Civakî ya Ocaxa Agrînî Agûçan, ji bo Rojava û Şengalê alîkarî kom kir.

Komeleya Çand û Alîkariya Civakî ya Ocaxa Agrînî Agûçan a navenda Dêrsimê, di çarçoveya kampanya alîkariyê ya ji bo Rojava û Şengalê, alîkariya ji xwarin û kincan a berhev kirî radestî Rêxistina DBP'ê ya Elezîzê kir.

Serokê Komeleyê Înanç Dolû got, "Li ser navê cihgirtina elewiyan li cem mazlûman, divê her kesên hestyar alîkariyê bidin Rojava û Şengalê ku Kerbelaya îro ne. Pêwîste her kes li cem mazlûman be." Dolû bibîr xist ku rojiya wan a Mûharrem jî destpê dike û bang li her kesên hestyar kir ku ji bo piştevaniya mazlûman bi berpirsyarî rabin.