Ji nobedarên berxwedanê banga ‘Werin sînor’
Ji nobedarên berxwedanê banga ‘Werin sînor’
Ji nobedarên berxwedanê banga ‘Werin sînor’
Welatiyên li ser sînor di bin dorpêça polîsan de nobetê digirin, li gel hemû pêkutî û êrîşan jî bi biryar in ku cihên nobetê neterikînin. Welatiyan diyar kir ku "Xwedîderketina Kobanê xwedîderketina pêşerojê ye" û bang li hemû kesî kirin ku ber bi sînor ve biherikin.
Li gel ev 33 roj e şervanên YPG/YPJ'ê li Kobanê li dijî çeteyên hov bi awayekî bêhempa li ber xwe didin, li Bakurê Kurdistanê jî li ser sînor welatî ji destpêka berxwedanê heta niha di nobetê de ne. Welatiyên ku li sînorê gunden Mehser û Mîseynterê ên Pirsûsa Rihayê nobetê digirin, diyar dikin ku heta Kobanê azad nebe ew ji vir naçin û bang li hemû kesî kirin ku biherikin ser sînor.
Dayika Aştiyê Halîme Tekîn a du zarokên wê di nava refên YPG'ê de ne ji roja destpêkê heta niha li gundê Mehserê di nobetê de ye. Tekîn, wiha axivî: "Ger em li Şengalê bûbûna yek ev kas êş nedihate kişandin. Divê gelên li Tirkiyeyê jî rastiya vî şerî bibînin. Du zarokên min niha aliyê din li gel YPG'ê li dijî çeteyan şer dikin, ez li vir li benda wan im. Banga min ji gelên Tirkiyeyê re ew e ku bên vê derê û rastiya vî şerî bibînin.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Dondu Ergîn a ji Stenbolê hatiye jî bertek nîşanî helwesta Dewlata Tirk da û bal kişand ser berxwedana gelê Kobanê. Ergîn, got ku lazime her kes were vê derê û xwedî li Kobanê derkeve û wiha axivî: "Ev tiştên li vir rû didin 12'ê Îlonê tîne bîra mirov. Ez di serî de ji gelên Tirkiyeyê bi giştî hemû gelên cîhanê re bang dikim ku biherikin ser sînorê Kobanê."
Welatiye bi navê Aydin Falay ê ji Stenbolê tevlî çalakiyê dibe zanîn ku ji ber êrişên DAIŞ'ê gelek bitesîr bûne û wiha got: "Me ne dikarî em li malên xwe birûnên. Ên Kobanê jî xwîşk û birayên me ne. Ne tenê ji bo Kurdan, em ji bo Ermenî, Ereb û Tirkmenan jî hatine vê derê. DAIŞ, ji bo destkeftiyên Kurdan ji holê rake êrîşî Kurdistanê dike. Kî dibêje ku ez mirov im divê îro li ser vî sînorî bibe."
Îbrahîm Şen ê ji Sêrtê tevlî çalakiyê bûye jî anî ziman ku weke peywireke mirovahiyê hatiye ser sînor û wiha axivî: "Ev êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li dijî mirovahiyê pêk tên. Em ji bo ku Kobanê nekeve li vir in. Çi ji destê me bê em ê bikin. Pêwîst e hemû kesên xwedî wijdan bên vê derê."
Hamdî Bayramê ku ji Wanê tevlî çalakiyê bûye, bal kişand ser êrîşên hêzên dewleta Tirk û wiha domand: "Dewleta Tirk, bi panzer û TOMA'yan heta Pirsûsê da pey me. Lê em nasekinin. Em cardin hatin cihê xwe. Em vê derê bernadin. Heta ku Kobanê rizgar nebe em ji vir naçin. Ez bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikim ku ji bo azadiya Kobanê rabin ser piyan."