Ji NAV-DEM'ê banga berfirehkirina çalakiyan
Ji NAV-DEM'ê banga berfirehkirina çalakiyan
Ji NAV-DEM'ê banga berfirehkirina çalakiyan
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, bi tevlîbûna sed hezar kesî meşek pêk hat û piştî vê meşê jî dê vê hefteyê li welat Kurd li ser piyan bin. Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç diyar kir ku beyî navber bê dayîn divê Kurd bikevin çalakiyan.
Li ser banga KCD-E’ê ev du hefte ye li tevayî Ewropayê Kurd li ser piyan e. Bi taybet jî li Elmanyayê her roj çalakiyên cuda pêk tên û êrîşên DAIŞ’ê tên şermezarkirin, tê xwestin ku hêzên navneteweyî mudaxale bikin.
Hevserokê NAV-DEM’ê diyar kri ku 15’ê Îlonê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê bênavber didomin û got: “Li dijî van çeteyên çavsor YPG û YPJ berxwedaneke mezin dimeşîne û pêşî li komkujiya sivîlan digirin. YPG û YPJ ku li dijî vê çeteyê ber xwe didin di rojeva hemû cîhanê de ye û ji aliyê gelan ve bi sempatiyeke mezin ve tên pêşwazîkirin, lê li gel vê ji aliyê rayedaran ve piştgiriya têr nagire.
DIVÊ ÇALAKIYÊN PIŞTGIRIYÊ BÊN ZÊDEKIRIN
Koç da zanîn Kurdên li Elmanyayê bi dirûşmaya, ‘Her der Kobanê ye her der berxwedan e’ çalakiyan pêk tînin û got: “Di 11’ê Cotmehê de bi pêşengiya NAV-DEM- PYD û TJKE’yê, bi piştgiriya 38 saziyan li Dusseldorftê meşek pêk hat. Kurd, Asurî, Elman, Tirk, Xiristiyan, Êzîdî, Elewî, Misliman, kesên ji baweriyên cuda, jin, ixtiyar ciwan tevlî meşê bûn. Meşa Dusseldorfê layiqî berxwedana Kobanê pêk hat. Em wek Komîteya amadekar ji bo hemû kesên tevlî vê meşê bûne spas dikin. Em bang li hemû dostên xwe dikin ku heta em encamê bigirin em ê têbikoşin.
ÇALAKIYÊN LI ELMANYAYÊ
Di nava vê hefteyê de jî li gelek bajarên Elmanyayê wê çalakî pêk bên û êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê bên şermezarkirin.
Plansaziya çalakî û xwepêşendanan a Elmanyayê wiha ye:
GOTTÎNGEN
Nobeta kon ê duh li bajêr hatibû destpêkirin wê heta 18’ê Cotmehê bidome.
Cih: Markt Platz
Saet: 11:00 û 18:00’an
Îşev saet di 17’an de Navenda Elewiyan a girêdayî AABF, DÎDF û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk wê li ber şaredariyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
STUTTGART
Çalakiya kon a li Schos Platz berdewam dike her diçe belav dibe. Roja Çarşemê jin saet di 13.30’an de wê çelenga reş deynin ber Sefaretxaneya Tirk û saet di 15.00’an jî li ber Seferatxaneya Fransî wê Komkujiya Parîsê protesto bikin. Jin heman rojê bi armanca balê bikişînin ser Kobanê wê 30 deqeyî biqîrin û êvarê jî ciwan wê meşekê pêk bînin. Meş wê saet di 16.00’an ji ber stasyona trênê destpê bike.
DUÎSBURG
Nobeta kon a duh destpê kir, heta 18’ê Cotmehê wê bidome. Konê nobetê ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk ve tê organîzekirin.
Cih: Li ber stasyona trênê ya navendî
Saet di navbera 10:00-18:00’an de.
BÎELEFELD
Nobeta kon a duh li bajêr destpê kir heta 18’ê mehê wê bidome. Konê nobetê ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk ve tê organîzekirin.
Cih: Jahn Platz
13’ê Cotmehê
JENA
Bi organîzasyona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û komên çep ên Elman re mîtîngek pêk tê.
Cih: Johannes str.
Saet : 16:00
SAARBRUCKEN
Li bajar di navbera 13-17’ê Cotmehê de her roj meş û mîtîng wê pêk bên.
Cih: Europa Galerie
Saet: Di navbera 17:00-21:00.
14’ê Cotmehê
SALZGÎTTER
Yekîtiya Sendîkayên Elman (DGB-Sazgiter) û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk wê mîtîngekê pêk bînin.
Cih:Stadtmonument in Salzgitter-Lebenstedt
Saet 17:00
ERFURT
Li ber Parlamentoya Eyaletê çalakiya zincîra mirovahî wê pêk bê
Cih: Parlamentoya Eyaletê
Saet: 11:00
15’ê Cotmehê
HÎLDESHEÎM
Mîtîng
Cih: Li ber stasyona trênê ya navendî
Saet: 17:00
18’ê Cotmehê
BERLÎN
Meş
Cih: Weding ( U-Bhf-Bernauer str)
Saet:17:00