Ji mizgeftan banga kuştina Kurdan hate kirin

Ji mizgeftan banga kuştina Kurdan hate kirin

Hate ragihandin ku li Girê Sipî (Til Ebiyad) Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/Eniya El Nusra di mizgeftan de bang dikin ku, kuştin, talan kirina û jinên Kurdan helalin, yê wana bike wê biçin biheştê (cenetê).

Şerê li Girê Sipî di roja xwe 3’mîn de didome û metirsiya komkujiyê her diçe zêde dibe.  Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/Eniya El Nusra ya El Qaîde ku alîkariya xwe cebilxanê ji dewleta Tirkiyeyê digre, li gora agahiyên ku ji Girê Spî hatine girtin, Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/Eniya El Nusra di mizgeftan de bang dikin, kuştin, talan kirin, jinên Kurdan helalin û yê wana bike wê biçin biheştê (cenetê).

Ji aliyekî din ve Eniya El Ekrad ragiyand ku, li Girê Silolêh tankek yê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/Eniya El Nusra ya El Qaîde rûxandine û ji duh ve bi dehan endamê van koman hatine kuştin.