Ji Mîstûra peyama 8'ê Adarê ya ji bo jinên Sûriyeyî

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Sûriyeyê hatiye wezîfedarkirin Staffan de Mîstûra bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û bal kişand ser berxwedêriya jinên li vî welatî têdikoşin.

De Mîstûra got, "Eger em li cîhanê li cihekî ku êş, cesaret, zexmbûyîn û biryardariya jinê lê heye bigerin, ew der Sûriye ye" û destnîşan kir, ku tevî şerê navxweyî yê li vî welatî jî jin bêhêvîtiyê red dikin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî diyar kir, divê jin li Sûriyeyê bibin parçeyekî muzakere û pêavjoya siyasî û got, "Gelek tişt hene ku jin ji me re bêjin û me hîn bikin."

Staffan de Mîstûra da xuyakirin, ku ji bo di siberoja Sûriyeyê de jin xwedî mafê gotinê be, wî komîteyeke şêwirmendiyê ya ji jinan ava kiriye û anî ziman, di gelek mijaran de wê nêrîn ji jinê bê wergirtin.

De Mîstûra diyar kir, ku divê hem di nava şandeya rejîmê hem jî ya mûxalefetê de jin hebin û xwest, tevlîbûna jinan ne sembolîk be.