Ji meydanan piştgiriya ji bo berxwedana Kobanê
Ji meydanan piştgiriya ji bo berxwedana Kobanê
Ji meydanan piştgiriya ji bo berxwedana Kobanê
Li her cihê gelê Kurd lê heye, çalakiyên destekkirina berxwedana Kobanê dewam dikin. Kurdên li çar aliyên cîhanê daketin kolanan, ji raya giştî ya navneteweyî xwestin ku li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê demek ji ya din zûtir bikeve nava tevgerê.
BARCELONA
Bi armanca destekkirina berxwedana Kobanê ya YPG/YPJ'ê û protestokirina çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Spanya Barcelonayê meşek hat lidarxistin. Meşê li meydana berxwedanê ya bajêr "Plaza Catalunya" destpê kir û heta ber Konsolosiya Tirk dewam kir.
Di meşa ku zêdeyî 200 Katalan û Spanî beşdar bûn de, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û xemsariya cîhanê ya li pêşberî Kobanê hatin şermezarkirin. Di meşê de destek ji berxwedana Kobanê re hat dayîn û hat gotin, "Dilê şoreşgerên Katalan ji bo Kobanê lê dide."
Xwepêşandêran ragihandin ku divê modela xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin bê parastin û bi taybetî bal hat kişandin ser têkoşîna hejmareke jinên li nav refên YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dimeşînin. Xwepêşandêran her wiha dewleta Tirk a destekê dide DAIŞ'ê û bi tundî dest li xwepêşandanên Kobanê werdide, şermezar kirin.
ALESSANDRIA
Li bajarê Îtalya Alessandria jî, bi armanca destekkirina Kobanê gelên Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî li Meydana Azadiyê çalakî lidar xistin. Bi sedan kesên ku ji bo Kobanê dirûşme qîriyan, li ber avahiya Şaredariyê çalakiya rûniştinê lidar xistin.
BOLZANO
Kurdên li bajarê Îtalya Bolzano dijîn, li Meydana Walterê civiyan û ji bo Kobanê çalakî lidar xistin. Çalakgeran dirûşmên "Vîva Kurdistan", "Vîva Kobanê", "Ji Kobanê re Azadî" qîriyan û gelek belavokên bi zimanê Îtalî belav kirin.
HANNOVER
Li bajarê Elmanya Hannoverê, ciwanên nîvê şevê saet di 22'an de hatin cem hev, bi meşaleyan û wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xistin. Ciwanan dirûşmên "Bijî YPG", "PKK gel e gel li vir e" qîriyan û derdorê jî destek dîtin. Çalakî bi qasî saetekê dewam kir û bêyî bûyerek biqewime, bi dawî bû.
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê komek ji endamên Ciwanên Azad Gare du Nord dagir kirin. Çalakiyê bi qasî saetekê dewam kir û rastî pêwendiya derdorê hat. Polîsan xwestin dest li çalakgeran werdin, lê belê li ser nerazîbûna derdorê, polîs ji vê hewldana xwe vegeriyan.
Ciwanan dowîzên bi nivîsa "Terorîst DAIŞ", "Kobanê ne bi tenê ye", "Bijî Berxwedana Kobanê" hildan û bi qîrîna dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.