Ji malbatên gerîlayan pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Ji malbatên gerîlayan pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Malbatên gerîlayên ku jiyana xwe di têkoşîna azadiyê de ji dest dane tevli bûn. Tevlibûna herî balkêş jî ev bû ku xizmekî gerîla ku bi kursiya bi teker bi gerîlayan re tevli pîrozbahiyê bibû.

Yek ji fermandarê YJA Starê Norşîn Sîlopî axaftineke kurt kir û  malbatên şehîdan jî hestên xwe bi gerîlayan re parve kir.  Norşîn Sîlopî destnîşan kir ku rojbûna Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan rojbûna gelê kurd û hemû mirovahiyê  ye û 4’ê nîsana  hemû gerîla û gelê kurd pîroz kir.

Pasteya ku ji bo rojbûna Ocalan hatibû amadekirin ji aliyê gerîla û malbatên şehîdan hate birîn. piştre derbasî gorên şehîdan bûn û li wir şitil çandin.

Malbatan û gerîlayan bi hevre govend gerandin û dîmenên gelek bi coş derketin pêş. Di şahiyê de gerîlayan muzîk hat pêşkêş kirin û piştre şahî bi dawî bû.