Ji Koordînasyona Alîkariya ji bo Rojava hişyarî
Ji Koordînasyona Alîkariya ji bo Rojava hişyarî
Ji Koordînasyona Alîkariya ji bo Rojava hişyarî
Koordînasyona Alîkariya ji bo Rojava ya bi armanca xwedîderketina li gelê Rojavayê hatiye sazkirin, diyar kir ku hin kes li ser malperên medyaya civakî hejmarên hesabê xwe yê şexsî parve dikin û bi hesabên sexte pere kom dikin. Koordînasyonê da zanîn ku tu têkiliya wan bi van kesan re tune ye.
Ji ber rewşa Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ku di rojên zor de ye, sazî, rêxistin, şaredarî û partiyên siyasî ji bo alîkariya bi Rojava re hesabekî hevpar saz kirin û alîkariyên madî ji vê hesabê bankayê re têne şandin. Hate diyarkirin ku hin kes li ser malperên medyaya civakî hesabên sexte diweşînin û bi vî awayî pere kom dikin.
Koordînasyona Alîkariya ji bo Rojava bi daxuyaniyekê hişyarî da û diyar kir ku hin kes li ser malperên medyaya civakî hejmarên hesabê xwe yê şexsî parve dikin û bi hesabên sexte pere kom dikin. Koordînasyonê da zanîn ku tu têkiliya wan bi van kesan re tune ye.
Koordînasyonê bang li her kesî kir ku ji bilî hejmarên hesabên ên li jêr hatine nivîsandin, alîkarî ji tu hejmarên din re neyên şandin.
VAKIFBANK
IBAN NO: TR38 0001 5001 5800 7302 4436 62
TURKIYE IŞ BANKASI
IBAN NO: TR79 0006 4000 0018 3002 4131 51
TURKIYE FINANS KATILIM BANKASI A.Ş
IBAN NO: TR58 0020 6001 0302 5213 9800 02