Ji Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê li dijî ‘pakêta ewlehiyê’ bertek
Ji Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê li dijî ‘pakêta ewlehiyê’ bertek
Ji Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê li dijî ‘pakêta ewlehiyê’ bertek
Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê ya Amedê, bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ku wek ‘pakêta ewlehiyê’ di raya giştî de tê zanîn, da. Hiqûqnasan diyar kir ku pêşnûmeya qanûnê ya hatiye amadekirin dij-demokratîk e û bi pêşnûmeyê kêfiyeta bê sînor dikin bin ewlehiyê.
Li Amedê hiqûqnasan der barê ‘pakêta ewlehiyê’ ya têkildarî ‘Di Kanûnên Dozger û Dadgeran û hinek Biryarnameyên Qanûn û Hukmên Qanûnan de Guherîn bê kirin’ de daxuyaniyek dan. Daxuyaniya li Komeleya Hiqûqnasên Mezpotamyayê hatiye dayîn, Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Gulşen Ozbek, Serhat Eren, nûnerê komeleyê Resul Tamur û endamên din tevlî bûn. Resul Tamur daxuyanî xwend û got ku bi pêşnûmeqanûna ku tê amadekirin wê binpêkirina mafan rû bide û mudaxalekirina jiyana taybet wê hêsantir be.
Tamur bertek nîşanî pêşnûmeqanûnê da û wiha got: “Ev qanûna ku ji aliyê hikûmetê ve tê qanûnîkirin, di serî de mafê darizandina adîlane, rêgeza wekheviya çekan, mafê parastinê, nepeniya jiyana taybet, mafê mulkiyetê, civîn û çalakiyan asteng dike.”
WÊ BINPÊKIRINÊN CIDÎ RÛ BIDIN
Tamur da zanîn ku di rewşa ku ev pêşnûme bibe qanûn wê binpêkirinên cidî rû bidin û wiha pêde çû: “Parêzer di lêpirsîna ku tên kirin de wê delîlên bên bidestxistin û berhevkirin heta wê nikaribin nîqaşa ku ev li gorî hiqûqê ye bikin, di pêvajoya lêpirsînê de wê xwe negihîne tu delîlî. Her wiha pêşnûme wê di alî veşartiya jiyana taybet jî rê li ber pêkanînên xeter veke.
BILA RAYA GIŞTÎ BERTEKÊN XWE NÎŞAN BIDIN
Tamur diyar kir ku bi vê pêkanînê wê tehdîda destdanîna ser hebûna mal û her wiha pêşî li mafê pêkanîna çalakiyan bê girtin û wiha berdewam kir: “Bi vê pêkanînê wê hikûmet civakê biçewisîne. Em wek Komeleya Hiqûqnasên Mezoptamyayê ji bo ev pêşnûme nebe qanûn, bang li hemû rêxistinên hiqûqê, saziyên civaka sivîl û raya giştî ya Tirkiyeyê dikin ku dengê xwe bilind bikin û bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.”