Ji komeleya Elman ji bo Kobaniyan barê 9 qemyonan alîkarî

Ji komeleya Elman ji bo Kobaniyan barê 9 qemyonan alîkarî

Ji bo Kobaniyên ku bi berxwedana xwe ya bi hefteyan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê di rojeva cîhanê de ne, Komeleya Elman German Humanitarian Assistance barê 9 TIR'an alîkariya xwarinê şand.

Berxwedana rûmet û mirovahiyê ya gelê Kobanê bi şervanên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dimeşîne, bala tevahiya cîhanê kişandiye ser Kobanê. Ji bo Kobaniyan, tevî Kurdistan û Tirkiyeyê ji gelek welatên biyanî jî alîkarî tên kirin.

Komeleya Elman German Humanitarian Assistance, alîkariya ji 9 hezar 870 kolî, ku barê 9 TIR'an e radestî rayedarên Şaredariya Pirsûsê kir. Koordînatorê projeyê yê komeleyê Sînan Ergun da xuyakirin ku alîkarî wê bi şêweyê ji 3 koliyan, li 3 hezar 290 malbatan bên belavkirin û anî ziman ku alîkariya wan wê dewam bike.