Ji KNK’ê ji bo Kobanê hewldanên dîplomasiyê

Ji KNK’ê ji bo Kobanê hewldanên dîplomasiyê

Li Brukselê greva birçîbûnê ya rêveberiyên saziyên Kurd ên Ewropayê ku bi armanca piştgiriya ji bo Kobanê destpê kir, didome û her wiha KNK’ê jî hevdîtinên xwe yên bi PE’yê re lezgîntir kir.

Li ber Parlamentoya Ewropayê ya Brukselê greva birçîbûnê ya ku rêveberên saziyên Kurd dabûn destpêkirin di roja 4’an de berdewam dike. Çalakî her roj bi tevlîbûnên nû didome û her wiha di çarçoveya vê de gelek bernameyên din pêk tên. Çalakiya Kurdan a li ber PE’yê didome û di korîdorên parlamentoyê de jî Komîsyona Têkiliyên Karên Derve ya KNK’ê trafîka hevdîtinê da destpêkirin. Nûnerên KNK’ê bi nûnerê koma parlamentoyê re hate cem hev û tiştên li Kobanê hate jiyîn ji raya giştî re vedibêje.

Endamê Komîsyonê yê KNK’ê Mahmut Çolak Zerdeşt der barê serdanan li PE’yê de agahî da û da zanîn ku ew wek KNK’ê li saziyên Yekîtiya Ewropayê hevdîtinan pêk tînin û got: “Me wek KNK hefteya buhrî serdana gelek saziyan kir. Me hevdîtin kir. Me tiştên li Kurdistanê jiyan anî ziman. Vê hefteyê jî di serî de li Brukselê bi komên PE’yê re hevdîtin kir. Armanca me ev e ku em vê bêdengiyê xera bikin. Ewropayî bi sempatî li têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ’ê dinêrin. Em bi Demokratên Xiristiyan re hatin cem hev. Hevdîtinên me erênî derbas bûn. Nêzîkatiya wan baş bû. Êrîşa DAIŞ’ê û Kobanê rojeva yekem bûn. Êrîşên DAIŞ’ê ne tenê li hemberî Kurdan li dijî hemû mirovahiyê ne. Em ê di dawiya mehê de li parlamentoya Ewropayê konferanseke bi mijara ‘Şengal û Kobanê’ pêk bînin û wê gelek pisporên Ewropayê tevlî konferansê bibin.”