Ji KCK’ê peyama Cejn û Heca Cemaya Laleşê
Ji KCK’ê peyama Cejn û Heca Cemaya Laleşê
Ji KCK’ê peyama Cejn û Heca Cemaya Laleşê
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê daxuyaniyekê der barê “Hec û Cejna Cameya Laleş” a Êzidiyan de daxuyaniyek da û got: “Bi boneya Hec û Cejna Cameya Laleşê, em bang li hemû gelê me yê Êzidî dikin ku xwedî li YBJ’ê derkevin û hemû gelê Kurdistanê dikin ku destekê bidin avakirina rêveberiya xweser û parastinê ya gelê me yê Êzidî.”
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku gelê Êzidî yê ku di dirêjahiya dîrokê de bi komkujî û talanan re rû bi rû maye, weke her bawerî û gelan xwedî li çand, ziman û baweriya xwe derketiya û heta roja îro hatiye. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Êzidiyên ku di şert û mercên dijwar de ne, careke din Cejn û Heca Cameya Laleşê pîroz dikin û Cejn û Heca Cameya Laleşê pîroz kir
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe da zanîn ku divê baş were zanîn berpirsê hemû komkujî û talanên li herêma me hêzên paşverû yên herêmî û modernîteya kapîtalîst e” û hate destnîşankirin ku DAIŞ ji aliyê van hêzan ve weke amûrekê tê bikaranîn.
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê diyar kir ku ev yek hema bêje weke çarenûsekê li Rojhilata Navîn tê dubarekirin û got: “Me careke din ev yek dît, gelê me yê Êzidî careke din bi komkujiyê re rû bi rû ma.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên herêmî û navneteweyî li hemberî komkujiya bêdeng man û tenê li komkujiya li Şengalê pêk hat meyzandin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hêzên ku ji bo gelê me yê Êzidî bikişîne aliyê xwe, sozan ji gelê me yê Êzidî re dabûn, di carekê de winda bû. Hêzên ku bê tu guman û hesaban bikin, erka xwe yê exlaqî û wijdanî pêk anîn hêzên HPG û YPG ne.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd, bi hezaran Kurd ji komkujiyê rizgar kirin û hate destnîşankirin ku bersiva herî xurt a li dijî komkujiyê mafên gelê me yê Êzidî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bikeve bin ewlehiya huqûqî û siyasî û bibin xwedî xweseriyeke demokratîk.
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de banga piştgiriya berxwedana Hêzên Berxwedana Şengalê kir û got: Bi boneya Hec û Cejna Cameya Laleşê, em bang li hemû gelê me yê Êzidî dikin ku xwedî li YBJ’ê derkevin û hemû gelê Kurdistanê dikin ku destekê bidin avakirina rêveberiya xweser û parastinê ya gelê me yê Êzidî.”