Ji KCK’ê peyama 9’ê Cotmehê
Ji KCK’ê peyama 9’ê Cotmehê
Ji KCK’ê peyama 9’ê Cotmehê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku daxuyaneke weşand got, "Di 16’emîn salvegera komploya navneteweyî de maskeya AKP’ê ya dixwaze rola vê komployê bi şert û mercên cuda hilgire, ketiye.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de got, "Di 16’emîn salvegera komploya navneteweyî de em hemû komlogeran bi nefret şermezar dikin, tevahiyê mirovên xwe yên li hember vê komployê bedena xwe kirin bendên ji agir û di berxwedana “Hûn nikarin Roja Me Tarî Bikin” de şehîD ketin bi rêz û hurmet bi bîr tînin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Beriya şandeh salan, li dijî Tevgera Azadiya Kurd, komployeke navneteweyî ya ku bi esareta Rêber Apo bi encam bû, hate destpêkirin. Piştî ku nekarîn pêşketina Tevgera Azadiya Kurd rawestînin, xwestin Rêber Apo dîl bigirin û bi vî awayî Tevgera Azadiya Kurdan tune bikin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got: “ Ev komploya dîrokî ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hate tesbîtkirin, nekariye pêşçevûnan rawestînin û têkoşîn bê navber berdewam dike. Alî û derdorên ku dixwestin hêza siyasî ya Tevgera Azadiya Kurdan li Rojhilata Navîn bişkînin, îro qebûl kirine ku PKK li Rojhilata Navîn pêşketinên çêdibin bandor dike. Tu hêzek nikare bêyi PKK’ê li herêmê polîtîkaya xwe bimeşînin. "
Di daxuyaniyê de hate destnîşakirin ku îro Tevgera Azadiya Kurdan, li her çar parçeyên Kurdistanê bûye weke hêviya azadiyê û wiha hate gotin: "Rêber Apo bi paradîgmaya jin, azadîxwaz, ekolijîk û civaka demokratîk bûye hêviya azadiya gelan. He roja ku derbas dibe, aşkere dibe ku ji bilî rêyên siyasî yên bi feraseta neteweya demokratîk a ku Rêber Apo weke rêya derketin ji kaosa Rojhilata Navîn dibîne, tu projeke din tune ye. "
KCK’ê di daxuyaniya xwe de kesên li dijî kompoloya navneteweyî di berxwedana “Hûn nikarin roja me tarî bikin” de agir berdane bedena xwe û jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: "Komploya navneteweyî negihiştiye armanca xwe, li hemberî vê yekê, Rêber Apo ne tenê bûye rêberê azadiya gelê Kurd, bûye rêberê azadiya gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê. Rêber Apo vê yekê bi gotina xwe ya "Ez ji yên li derve azadtir im” aşkere kiriye.
Raman û helwestên Rêber Apo pêşketin û bûyerên siyasî yên li Tirkiye Kurdistanê bi awayeke yekser bandor dike. Îro ji aliyê her kesî ve hatiye dîtin ku ramanên Rêber Apo ramanên çareseriyê ne. Felsefe, raman, paradîgma û nêrînên polîtîk ên Rêber Apo, di serî de Kurdistan, bandorê li hemû Rojhilata Navîn dike. Ne paşverûtiya herêmî û ne jî hêzên statukperest, ne jî hêzên navneteweyî êdî nikarin li Rojhilata Navîn bibin hêza çareseriyê. Wê hêza çareseriyê bibe hêza gel a li ser esasê ramanên siyasî felsefe, îdeolojîk û paradîgmatîk ên Rêber Apo. "
KCK’ê got: "Binketina komploya navneteweyî bi Şoreşa Rojava hatiye piştrastkirin. Rêber Apo herî zêde li herêma Rojava xebitiye. Li vê herêmê fikrên Rêberê Gelê Kurd ketine pratîkê û bûye hêviya zadiya hemû gelê Sûriye û herêmê. Ev rast jî binketina komploya navneteweyî piştrast dike.
Dewleta Tirk li hemberî valaderxistina komploya navneteweyî sîstemeke nû ya şerê taybet xistiye dewrê.” KCK’ê destnîşan kir ku hêzên navneteweyî nekarîn bi komploya navneteweyî ya û şerê qirêj ê salên 1990’an tevgera Azadiya Kurdan têk bibin û got: "Niha hukûmeta AKP’ê vê rola tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdan girtiye ser milê xwe. Dixwaze bi îdîayên mijûlkirin û tasfiyekirinê, êrîşên berfireh li dijî têkoşîna azadiya gelê Kurd pêk tîne. "
KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got: "Di 16’emîn salvegera komploya navneteweyî de maskeya AKP’ê ya dixwaze rola vê komployê bi şert û mercên cuda hilgire, ketiye. Bi êrîşên li dijî gelê ku ji bo piştgiriya bi berxwedana Kobanê re rabû ser piyan, aşkere bû ku AKP hukûmeta şerê taybet e.
Gelê me û Tevgera Azadiyê çawa ku di salên 1990’an de şerê qirêj û komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’ê dest pê kir, vala der xistiye, dê şerê taybet ê desthilatiya hukûmeta AKP’ê vala derbixe û dê jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd pêk bê. "