Ji KCK'ê daxuyaniya li ser serhildanên Kobanê

Ji KCK'ê daxuyaniya li ser serhildanên Kobanê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê serhildanên li Bakur ên ji bo Kobanê tên lidarxistin, silav kir. KCK'ê diyar kir ku şewitandina dibistanan, êrîşa li hemberî peykeran û hewldanên talankirinê ti carî nayên qebûlkirin û destnîşan kir ku bûyerên diqewimin ji ber polîtîkayên şaş ên AKP'ê ne. KCK'ê got, "Eger korîdorek ji bo alîkariya gelê Kobanê bê vekirin, wê pêvajo jî normal bibe."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der heqê serhildanên Kobanê yên li Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyek da.

KCK'ê da xuyakirin ku ew serhildanên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê destek û silav dikin û diyar kir ku şewitandina dibistanan, êrîşa li hemberî peykeran û hewldanên talankirinê ew ti carî qebûl nakin û yên van dikin jî weke provokatoran dibînin.

KCK'ê da zanîn ku di êrîşên Huda-Parê de rola dewleta Tirk heye û ev hişyarî da:

"Divê hem dewleat Tirk tavilê dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde, hem jî Huda-Par bi ti awayî nekeve rewşa berê.

Bila ti kes hesabên şaş neke. Bi gotina 'Kobanê ket, li ber ketinê ye' ti pirsgirêk çareser nabe. Li gel Kobanê wê Kurd û dostên wan li her deverê berxwedana xwe dewam bike."

‘EM ŞEHÎDÊN BERXWEDANA KOBANÊ BIBÎR TÎNIN’

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye:

"Berxwedana Kobanê di roja 25. de bi ruhê fedaî bi lehengî dewam dike. Ev berxwedan ne tenê bexwedana Kurdan e, berxwedana bi rûmet a hemû gelên bindest, bawerî û çandan e. Gelê Kurdistanê li her çar parçeyan bi dostên xwe re, li dijî hêzên faşîst ên DAIŞ'ê û polîtîkayên şaş ên dewleta Tirk berxwedana xwe bilind dike. Em cangoriyên di vê berxwedanê de li Kobanê, Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê, Merîwanê û Sineyê li ber xwe dane û şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soz didin ku em ê bîranînên şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.

EM ŞEWITANDINA DIBISTANAN, PEYKERAN, HEWLDANÊN TALANKIRINÊ QEBÛL NAKIN

Li dijî dorpêçiya Kobanê, li dijî dijminahiya bawerî û gelan a faşîzma DAIŞ'ê û li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk serhildana gelê me di asta herî bilind de rewa û sekneke bi rûmet e. Bila kes ne li bendê be ku li hemberî êrîş û komkujiyên li Kobanê gelê Kurd bêdeng bimîne.  Heta ku dor li Kobanê hatibe pêçandin, heta ku êrîşkariya faşîzma DAIŞ'ê û polîtîkayên heyî yên AKP'ê dewam bikin, wê ev berxwedan bi berfirehî mezin bibe. Lewma em serhildanên gelê me û dostên gelê me silav dikin, destek dikin. Lê belê di van serhildanan de em dixwazin bêjin ku em şewitandina dibistanan, êrîşa li hemberî nirxên gelê Tirk ê weke al û peykerê Ataturk û eger îdîayên çapemeniya Tirk rast bin em hewldanên mîna talankirinê ti carî qebûl nakirn û destnîşan dikin ku yên van dikin, provokator in. Di mezin û berfirehkirina serhildanan de, girîng e gelê me bala xwe bi taybetî bide van.

JI YÊN DIQEWIMIN DEWLETA AKP'Ê BERPIRSYAR E

Gelê me bi xwedîderketina li berxwedana Kobanê re xwedî li pêşeroja xwe ya azad derdikeve. Lewma Kobanê û Pirsûs bûne yek. Eger dewleta AKP'ê destek nedabûya DAIŞ'ê û berpirsyariyên xwe yên li peşberî gelê Kobanê yê jê re dibêje bira bicih bianiya, Kurd wê di vê astê de ranebûya serhildanê. Lewma ji bûyerên qewimîne-diqewimin dewleta AKP'ê berpirsyar e. Ji bo gelê Kobanê karibe xwe li dijî faşîzma DAIŞ'ê biparêze, eger korîdorek alîkariyê ya bi vê armancê were vekirin, wê pêşî li normalbûyîna pêvajoyê jî vebe.

DI ÊRÎŞÊN HUDAPAR'Ê DE ROLA DEWLETÊ HEYE

Di encama êrîşên Hudaparê de gelek mirovên me jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Pêwîste Hudapar êrîşên xwe û hewldanên xwe yên komkujiyê tavilê bisekinîne. Divê bifikire ku di dema berê de ji aliyê kîjan hêzan ve hatiye bikaranîn û ji bo encamên derketin holê dubare nebin, careke din xwe nede bikaranîn. Armanca mêtîngera kuştina Kurdan bi destê Kurdan e. Di bûyerên dawî de tevî Hudaparê rola dewleta Tirk heye. Divê baş were zanîn ku eger êrîş dewam bikin wê bêbersiv nemînin. Divê hem dewleta Tirk tavilê dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde, hem jî Hudapar ya berê dubare neke.

DIVÊ KES HESABÊ ŞAŞ NEKE

Divê ti kes hesabekî şaş neke. Bi gotina 'Kobanê ket, li ber ketinê ye' ti pirsgirêk çareser nabe. Bi Kobanê re Kurd û dostên Kudan wê li her deverê berxwedanê bidomîne. Di salvegera komploya navneteweyî de, gelê Kurdistanê wê dil, mejî û çalakiya xwe bike yek û ji her demê bêtir bi biryardarî têkoşîna xwe mezin bike. Berxwedana li Kobanê di heman demê de berxwedaneke mirovahiyê ye. Em bang li tevahiya mirovahiyê dikin ku xwedî li berxwedana li Kobanê derkeve û li cem gelê Kurd ê li dijî hêzên faşîst ên DAIŞ'ê şer dike, cih bigire."