Ji KCK’ê daxuyaniya DU’yê: Bila kes hesabê şaş neke!
Ji KCK’ê daxuyaniya DU’yê: Bila kes hesabê şaş neke!
Ji KCK’ê daxuyaniya DU’yê: Bila kes hesabê şaş neke!
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê bûyerên li Zanîngeha Dîcle ya Amedê de daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku dayina ber kêran a mirovên welatparêz-demokratîk kareke xetere e û got: “Em hêvîdar in ku yên li pey hesabên şaş, dê di demeke kin de van xeletiyên xwe bibînin û dest ji van hewldanên xeter berde.”
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê û diyar ir ku divê tu kesek hesabên şaş neke û got: “Yên ku berê bi desteka dewletê tetîkkêşiyê dikirin, divê vê carê jî bi desteka dewletê tetîkkêşiya dewletê neke.” KCK’ê daxuyaniya Ocalan a di Newroza li Amedê de bi bîr xist û diyar kir ku bûyereke wiha di demek de ku pêvajoya nû hatiye destpêkirin, diqewimin. Û wiha domand. “Em weke tevger dixwazin bêjin ku ev ev hewldanên wiha li hemberî me û cemawera me tu encaman nagirin”.
BI DESTEKA POLÎSAN ÊRÎŞA KOMEKE MARJÎNAL
KCK’ê bi bîr xist ku bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê ev 3-4 roj in berdewam dikin û diyar kir ku her ku diçe rastiya bûyerê derdikeve holê, ji ber wê jî ev ne bûyereke ji rêzê ye, bi awaeke cidî amadekariya wê hatiye kirin. KCK’ê got: “Ev bûyera ku ji aliyê komeke marjînal a ku tê zanîn bi desteka polîsan û bi parastina Rektoriya zanîngehê ve li hemberî ciwanên welatparêz-demokratîk pêk hat, gihiştiye asteke wisa ku ciwanan dan ber kêran, ev bûyer bûyreke ciddî ye.”
KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe bal kişand ku li Amdê saziyên demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêkê hewl didin, lê di encama vê bûyerê de gelek ciwan hatin binçavkirin û li rastî îşkenceyê hatin. KCKê destnîşan kir ku li hemberî vê helwesta polîsan û êrîşa bi kêran, li zanîngehên din ên Tirkiyeyê jî xwendekarên welatparêz-demokratîk nerazîbûn nîşan dan.
"DIRÛŞIMÊN LI DIJÎ PARTIYA ME MANÎDAR IN"
KCK’ê got: “Li Amedê di bin kontrola polîsan de dirûşimên li hemberî partiya me PKK’ê û berbelavkirina bûyeran gelek manîndar e. Koma ku di salên 1990’an de bi desteka dewletê weke tetîkkêş hatin bikaranîn û bi rêbazên xedar û sadîst yên ku ji hiş û bîra mirov naçin, mirovên welatparêz qetil kirin, îro jî bi awayeke cûda derdikevin holê û bi rêbazên ku pratîka kontrayan a borî tîne bîra mirov û destekê ji polîsan werdigirin û bi kêran êrîşê ciwanên welatparêz-demokratîk dikin, ev yek gelek xeter e. Em hêvîdar in ku yên li pey hesabên şaş, dê di demeke kin de van xeletiyên xwe bibînin û dest ji van hewldanên xeter berde.”
DIVÊ VENEGUHERE TETTÎKÊŞIYÊ
KCK’ê wiha domand: “Di demên berê de tetîkkêşiya bi piştgiriya dewletê hate kirin zirarek mezin dît. Lê gelê me dersên girîng ji vê pêvajoyê derxist. Îro zêditir xwedî hişmendiye û bi rêxistin kiriye. Ji ber vê yekê divê hesabên şaş hene û divê tetîkkêşiya bi piştgiriya dewletê berê dihat kirin îro veneguhere tetikêşiyeke siyasî.
EV HELWEST DÊ ENCAMÊ NEGIRE
Pêvajoya nû ya ku Rêber Apo di Newrozê de îlan kiriye, pêvajoyeke ku divê hemû şîdet li aliyekê bê hiştin û fikr û nêrîn biaxiviye. Pêvajoyeke bi vî rengî de ferzkirina bûyerên wisa, mirovan dide fikirîn. Em wek tevgerê dikevin pêvajoyeke pratîkirina vê demê û em dixwazin bêjin ku bi van hewldanan dê pêşî li hewldanên me nekaribin bigirin. Lê divê di her şert û mercî de her kes hesabê xwe rast bike. Di vê mijarê de her kes, divê ji aliyê xwe de , beyî ku xeyalan bike rastgir tevbigere û berprisyar nêzî bibe.
Di vê pêvajoya girîng de divê gelê me li dijî her cureyê bûyera bi hestiyar tevbigere, divê ciwanên Kurdistanê rê nedin hewldanên provakasyonê û rêxistinbûna xwe û têkoşîna xwe bi rêbazên demokratîk pêş ve bibe.
LI VIR HELWESTA HIKÛMETA AKP’Ê GIRÎNG E
Di vir de helwesta hikûmeta AKP’ê û dewletê girîng e. Hêj ku em di destpêka pêvajoyê de, polîsên tirk bi vî awayî ciwanên welatparêz-demokratîk diçewisîne û ev helwest pêvajoyê dike zor û zehmetiyê. Di demên borî de di her hemleya nû ve komên wisa beredayî dixin piyasayê û hewl didin têkoşîna azadiya gelê kurd der bikin. Ev yek wek taktîka cewisandinê ya kevneşopiya mêtîngeriya tirk heta roja me ya îro hatiye. Lê niha asta ku em lê ne, ger ku hikûmeta AKP’ê bi rastî jî biryara çareseriyê dabe, divê dawî li van êrîşên ku ji berê de komên bi vî rengî pêk tînin, dawî bîne. Bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê pêk hatine, polîs komeke provakatîf teşwîq dike û pratîka wan ya hêsanî derketiye holê. Dîsa piştî ku rektorî bi bûyeran dihese ji bo bûyeran rawestîne nakeve nava hewldanekê û xwedî li komê derdikeve.
DIVÊ DEST JI HEWLDANÊN SABOTEYÊ BERDIN
Di van rojên ku pêvajoyeke dîrokî de, li aliyekê rêbazên ku bi salan êşên mezin bi gelê kurd dan kişandin dîsa xistine dewrê û komên bi rengî ku ji aliyê polîsan ve piştigriyê dibînin, her wiha pergala cerdevaniyê jî di pêvajoya nû de ji nû ve sazkirin, li dijî vê pêvajoyê ye. Hikûmeta AKP’ê ji berê de li dijî kurdan van rêbazan bikartîne. Lê divê di vê pêvajoyê de dest ji van hewldanên provakatîf berde.”