Ji KCD-E’ê ji bo çalakiya Dusseldorfê bang

Ji KCD-E’ê ji bo çalakiya Dusseldorfê bang

KCD-E’ê daxuyaniyek nivîskî da û bang li hemû Kurdên li Ewropayê dijîn kir û bi armanca ku hêzê bidin berxwedana Kobanê û hêzên li hewldana komkujiyê ne Tirkiye û hêzên din protesto bikin bila tevlî mîtînga di 11’ê Cotmehê de li Dusseldorfê pêk tê bibin.

KCD-E’ê di daxuyaniyê de got: “Ev 24 roj e li Kobanê berxwedaneke mezin tê dayîn. Ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû mirovahiyê berxwedaneke bi heybet tê meşandin.

Koma dijminê mirovahiyê bi piştgiriya Tirkiye û dewletên herêmê bi tank, top û fuzeyan êrîş dike. Zarokên Kurd ên leheng berxwedaneke mezin dimeşînin û ji bo rûmeta mirovahiyê xwe feda dikin. Di vî  şerê ku di şert û mercên newekhev de dimeşe, gelê Kobanê bi komkujiya DAIŞ’ê re rû bi rû ye. Ji ber vê her kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im divê bêdeng nemînin. Bi vê armancê di 11’ê Cotmehê de li Dusseldorfê meş û mîtîngek pêk tê. Çalakî ji yên ku heta niha pêk hatiye cudatir û girîngtir e. Ev çalakî wê ji bo çeteyên DAIŞ’ê û yên piştigriyê didin wan wê bibe bersiv. Ji bo piştevaniya Kobanê, şikandina dagirkirina Kobanê û bo pêşîgirtina komkujiyê em li Dusseldorfê bên cem hev.

Em hemû Kurdên li Ewropayê, gelên din ên Rojhilata navîn, Elewî, Kedkar, xwendekar, ciwan, jin gazî têkoşînê dikin. Her welatparêz divê hevalê xwe yê Elman jî li gel xwe bîne û divê mezinkirina çalakiyê bê hedefkirin.

Li Bakurê Kurdistan, metropolên Tirkiyeyê serhildaneke mezin hatiye destpêkirin. Çalakiya Dusseldofê jî bi têkoşîna ku li van deran hatiye bilindkirin wê bibe yek. Ji ber vê divê hemû kes tevlî vê çalakiyê bibe. Ji  hemû bajarên Elmanyayê û her wiha Belçîka û Hollandayê wê tevlibûn çêbibe.

Heman rojên li Parîs, London, Viyana, Marsîlya, Stockholm, Kopenhag, Oslo û Swîsre jî wê çalakî pêk bên. Tevlîbûna van çalakiya peywira me hemûyan e.”