Ji Însiyatîfa Gel banga beşdariya li meşa Baglarê

Ji Însiyatîfa Gel banga beşdariya li meşa Baglarê

Însiyatîfa Gel a Amedê, ji bo meşa roja Înê ya li Çarrêya Baglarê ji bo azadî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li Rojava were lidarxistin, banga beşdariyê kir.

Di daxuyaniya Însiyatîfa Gel de hat ragihandin ku piştî şerê duyemîn ê cîhanê, gelê Kurd ê li qirkirinê rast hat yekemcar bi têkoşîna bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her çar parçeyên Kurdistanê deskevtiyên mezin bi dest xistiye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku mînaka berî berçav a vê yekê li Rojavayê Kurdistanê xwe daye der û hat got, "Yekser bi keda Rêber Apo hatiye bi destxistin. Rêber Apo bi salên dirêj di nava gelê me yê li Rojava de maye, bi hejmareke zêde civîn çêkiriye, hema hema bi tevahiya gelê me yê li wê derê re rû bi rû hevdîtin kiriye û bingeha şoreşa îro avêtiye."

Di bangawaziyê de hat destnîşankirin ku şoreşa Rojava "dewletên dagirker ên li herêmê û çeteyên xayin ên nokerên wan" bêzar kiriye û hat ragihandin ku li ser vê yekê, komên çete ji aliyê Tirkiyê ve hatine rêxistinkirin û dest bi êrîşên li dijî gelê me kirine.

Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku komên çete yên li hemberî berxwedana gelê Rojava û YPG'ê têk çû,  êrîşî gelê sivîl kirine û tevî jin û zarok zêdeyî 2 hezar sivîl revandine û hat gotin, "Divê tevahiya gelê me, li dijî van polîtîkayên qîrêj ên qirkirina gelê me yê li Rojava ku bi pêşengiya dewleta Tirk tê meşandin, nerazîbûnê nîşan bidin, dek û dolaban pûç bikin û xwedî li gel û şoreşa Rojava derkevin."

Di dewama bangawaziyê de bal hat kişandin ser mercên tencuristiyê yên Ocalan ku ev 14 salin li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin û weha hat gotin:

"Ji ber mercên heyî yên li Îmraliyê, bi taybetî jî ji ber zêdebûna rêjeya nemê ya ji ber mercên cografîk, em ji tenduristiya Rêberê xwe bi fikarin. Ji ber vê yekê Rêberê me xwest, heyeteke serbixwe ya doktoran tenduristiya wî kontrol bike. Tenduristiya Rêberê me tenduristiya gelê me ye. Ji bo tenduristî û azadiya Rêberê me, divê hemû gelên me nerazîbûna xwe ya demokratîk li qadan nîşan bide."

Însiyatîfa Gel a Amedê, biryara dadgeha Danîmarkayê ya betalkirina weşanên ROJ TV, NÛÇE TV û MMC bi tundî şermezar kir û bang li gelê Amedê kir ku ji bo tenduristî û azadiya Ocalan, xwedîderketina li şoreşa Rojava û çapemeniya azad, roja 26'ê Tîrmehê saet di 21.00 de li Çarrêya Baglarê nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide.