Ji Însiyatîfa Gel a Botanê banga 4’ê Nîsanê

Ji Însiyatîfa Gel a Botanê banga 4’ê Nîsanê

Însiyatîfa Gel a Botane daxuayniyek da û  banga tevlibûna Meşa Amarayê kir.

Însiyatîfê di daxuyaniyê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û  diyar kir ku divê di vê demê de serhildan bên bilindkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şêwaza Rêber Apo terza serkeftinê ye. Şêwaza têkoşîna mezin, berxwedana mezin û şervaniya mezne.  Kurd-Kurdistan rastiya Rêber Apo baş nas dike. pêvajoya ku Rêber Apo daye dest pêkirin bê guman  rastiya vê ye. gelê kurd rastiya tec û faşîzma dewleta AKP’ê baş nas dike.  Faşîzma Tirk û hikûmeta AKP’ê divê vê şensê ku Rêber Apo daye baş binirxîne. Di rewşeke berovajî vê de dê ji tu hilweşînan xilas nebin.

Gelê berxwedêr yê Botanê;

Li taybet herêma Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg û Sêrtê divê bi rengên Botanê ji bo meşa Amarayê pêşengiyê bike.

 Em di 4’ê Nîsanê de li Gundê Amara azadiya Rêber Apo qîr bikin.

Divê hemû gelê Kurdistanê bi cil û bergên xwe yên netewî tevli Amarayê bibe.

Ji bebeka pêçekê bigire heta kal û pîran divê wê rojê li Amarayê bin.

Di 3-4’ê nîsanê de karker, memur, xwendekar em hemû xwe bi rêxistin bikin û biherikin Amarayê.

Em hemû glê Botanê di 4’ê Nîsanê de bi Rêbertiya Azad re bên cem hev.