Ji Înîsiyatîfa Gel daxuyaniyeke girîng

Ji Înîsiyatîfa Gel daxuyaniyeke girîng

Înîsiyatîfa Gelê Kurditanê di daxuyaniya weşand de, bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku qedexeya derketina kolanan a ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Bakûrê Kurdistanê hatiye îlankirin, bê binpêkirin û xwest çalakî û serhildanên bi armanca piştgiriya ji  bo Kobanê bidomînin.

Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê derbarê biryara qedexeya derketina kolan a ku ji aliyê walîtiyên dewleta Tirk ve li bajarên Bakûrê Kurdistanê hatiye dayin de weşand û bang li Kurdan kir ku bi tu awayî guh nedin vê biryarê.

Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de got: “Gelê Kurdistanê dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi desteka dewleta Tirk êrîşê Kobanê dikin, mafê xwe yê çalakiyên rewa û mafdar bi kar tîne. Divê çarçoveyê de, gelê Kurdistanê ji heft heta heftê salî, li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê dest bi serhildaneke bi heybet kiriye.

Gelê me li kuderê dibe, bila bibe, wê li hemberî hemû êrîş û hewldanên tunekirinê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bîne û bersivê bide hemû êrîşan. Bila baş bê zanîn ku  gelê me wê bersivê bide hemû êrîşan.

Hukûmeta AKP’ê ji tirsa vê serhildana mezin û bi heybet, li bajarên Kurdistanê rewşa awerte û rêveberiya teng ragihandiye. Li gorî xwe, dibêje qey ew ê bikare bi van qedexeyan rê li serhildanan bigire. Bi vê biryarê ji gelê me dixwaze ku di mala xwe de rûnin û li hemberî êrîş û komkujiya muhtemel ya ku dibe li Kobanê pêk bê, bê deng bimîne.

Em weke endamên tevgerekê ku rejîma faşîst û xwînxwar a 12’ê Îlonê tune kir, ne tu rewşên awerte û ne jî tu rêveberiyên teng nas nakin. Îlankirina rewşa awerte û rêveberiya teng ji bo me tu wate û girîngiyeke xwe tune ye.

Kolan, meydan, cade, kampusên zanîngehan ên me ne; îşkencexane, qereqol û daîreyên hukûmetê yên wan in. Yên ku di cihê xwe de rûnin û divê dernekevin, ev rejîma dîkdator û endamên wê ne.

Jixwe gelê me bi tu awayî vê biryara qedexekirinê nas nake û li hemû kolan û meydanan, li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên piştgiriyê pêk tînin.

Di vê çarçoveyê de, em bang li gelê xwe dikin ku vê biryarê bin pê bikin, bê wate bihêlin û bi çalakiyên xwe yên pratîk bê bandor bihêlin."