Ji HPG-NÇR'ê lêborîna "wêneyê şaş"

Ji HPG-NÇR'ê lêborîna "wêneyê şaş"

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê (HPG-NÇR) ji ber pirsgirêkek "teknîkî" ya di agahiyên nasnameya sê gerîlayên jin ên cenazeyê wan radestî malbatên wan kir de, lêborîn xwest.

Di daxuyaniya HPG-NÇR'ê de hat gotin, "Duh me agahiyên nasnameyên sê hevalên me yên jin, ku cenazeyên wan ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin, bi raya giştî re parve kiribûn. Lê belê di şûna wêneyê hevala Raperîn (Fatma Başak) de bi şaşî wêneyê hevaleke me ya niha li yekîneya xwe wezîfeyê dike, hatibû weşandin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber vê şaşiyê, em weke HPG-NÇR'ê ji gelê xwe û raya giştî lêborînê dixwazin."