Ji HPG’ê daxuyaniya derbarê cenazeyên 5 gerîlayên MKP’ê de

Ji HPG’ê daxuyaniya derbarê cenazeyên 5 gerîlayên MKP’ê de

Fermandariya Qada Dêrsimê ya HPG’ê der barê 5 gerîlayên MKP’ê yên ku ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatine wergirtin de, daxuyaniyek weşand û got: “Gerîlayên me demek berê dema li cenazeyên du hevalên me yên ku şehîd bûne, digeriyan, li  herêma Xiranê li rastî goristanek hatiye xirabkirin hatin. Ji ber kêmaniya agahiyan, hevalên me yên ku xebatê dimeşandin, gihiştin cenazeyên 5 hevalên me yên gerîlayên MKP’ê.”

Fermandariya Qada Dêrsimê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de got: “Hêzên me ji ber şert û mercên şer, cenazeyên şehîdên me yên ku her tim têkoşîna me xurt dikin û nirxên sereke yên  partiya me ne, bi awayeke demkî defin kiribûn.  Ji bo bi awayekî hêja û layiq ji nû ve bêne definkirin, xebat hatine destpêkirin.”

Fermandariya Qadê di daxuyaniya xwe de got: “Ji bo gerîlayên me yên ku bi lehengî gihiştine şehadetê û bê kefen hatine definkirin, xebata hatiye destpêkirin, gihiştiye asteke girîng.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me ji bo dilsoziya bi bîranînên şehîdên me ku nirxên me yên pîroz in û ev yek weke rêgezek me ya Apocîtiyê ye, xebatên ji nû ve avakirina goristanên me yên ku ji aliyê dewletê ve li rastî êrîşê hatine, xebat daye destpêkirin.”

Daxuyanî wiha didome; “Gerîlayên me demek berê dema li cenazeyên du hevalên me yên ku şehîd bûne, digeriyan, li  herêma Xiranê li rastî goristanek hatiye xirabkirin hatin. Ji ber kêmaniya agahiyan, hevalên me yên ku xebatê dimeşandin, gihiştin cenazeyên 5 hevalên me yên gerîlayên MKP’ê” û wiha didome:

“Weke HPG’ê hemû hevalên me yên ku di şoreş û têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih digirin, ji bo me nirxdar in. Partiya me, weke şehîdên me şehadeta hevalên me yên MKP’yî jî di vê wateyê de dinirxîne û weke şehîdên şoreşê dibîne, tu carî ji şehîdên me cûda nake.  Ji ber wê jî, herêma Xiran, xebata ku ji bo şehîdên me hatiye destpêkirin, ji bo hevalên me  yên MKP’yî jî hatine destpêkirin.”

Fermandariya Qada Dêrsimê ya HPG’ê got: “Bila hemû malbat û hevalên me yên hêja û nirxdar bizanin ku tişta ku van çiyayan azad dike, rastiya têkoşîna hevalên me yên ku bi qehremanî şehîd dikevin û bê kefin têne definkirine. Em dê di ronahiya rêya hevalên xwe yên şehîd de yekîtiya û hevaltiya xwe ya şoreşa azadiyê xurttir bikin.

Fermandariyê bang li gelê Dêrsimê û hemû herêmê kir ku ger agahiyên der barê goristanên gerîlayan de bizanin, ji yekîneyên HPG’ê yên li herêmê re rabigihînin û ji gelê herêmê xwest ku tevlî vê xebatê bibe.