Ji Heyva Sor a Kurdistanê bo Rojava alîkariya ambulansan
Ji Heyva Sor a Kurdistanê bo Rojava alîkariya ambulansan
Ji Heyva Sor a Kurdistanê bo Rojava alîkariya ambulansan
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo alîkariya koçberên Helebê 2 ambulans şandin Efrîn û Kobanê.
Piştî ku li Helebê bi dehezaran welatiyan ji ber topbarana hêzên rêjîma Sûriyeyê, ber bi bajarên Efrîn û Kobanê ve koçber bûn, alîkariyên ji bo koçberan jî didomin. Bi armanca alîkariya koçberan Heyva Sor a Kurdistanê jî 2 ambulans ji bo Rojavayê Kurdistanê şandin.
Hate aşkerekirin ku ambulansek ji Efrînê, yek jî ji Kobanê re hatiye şandin. Her wiha li gel ambulansan 250 kîlogram dermanên cuda jî hatine şandin.
Hate zanîn ku dê Heyva Sor a Kurdistanê di demên pêş jî dermanan bişîne Rojava.
Li aliyê din Komîteyên Desteya Bilind a Kurd li gorî derfetên xwe alîkariyê li koçberan belav dike, lê ji ber ku li Efrînê hejmara koçberan zêde ye pêdivî bi kon û alîkariyên jiyanî heye.