Ji HDP’ê ji bo Ortakaya peyama sersaxiyê

Ji HDP’ê ji bo Ortakaya peyama sersaxiyê

Desteya Rêveber a Navendê (MYK) ya HDP’ê ji bo malbata Kader Ortakaya peyama sersaxiyê weşand. HDP’ê diyar kir ku qetilkirina Kaderê tezahura dawî ya polîtîkaya hikûmetê ya li sînorê Rojava ye û got ku berê jî sivîl ji aliyê leşkeran ve hatibûn qetilkirin.

Di daxuyaniya HDP MYK’ê de hat gotin ku Ortakaya ku li sînor ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin îro li Stenbolê hatiye definkirin û ji bo malbat û hemû xizmên wê re sersaxî û sebr xwest. HDP’ê da zanîn ku ew li hemberî bîranîna wê rêzdar in.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Ortakaya 28 salî û civaknas bû. Ji bo piştgiriya têkoşîna gelan ev 25 roj bû li sînor nobet digirt. Piştî çalakiya zincîra mirovahî ya hunermendan, dema alîkarî dibir û sînor derbas kir ji aliyê leşkeran ve hate qetikirin. Qetilkirina Kaderê tezahura dawî ya polîtîkaya hikûmetê ya li sînorê Rojavaye. Berê jî sivîl ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin.
Hikûmeta Tirk ji bo gelê Kurd di bin zextan de bigire û Rojava qels bike serî li her tiştî dide û  cînayetên li sînor jî îfadeya vê ya herî aşkera ye. Em careke din hikûmetê hişyar dikin ku navberê bike navber xwe û DAIŞ’ê.

Em bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin ku piştgiriya ji bo Kobanê bidomînin û alîkariya xwe ya mirovahî jî berdewam bikin.”