Ji girtiyê PKK’ê çalakiya ‘neçareseriyê’

Ji girtiyê PKK’ê çalakiya ‘neçareseriyê’

Li Girtîgeha Tîpa H a Erzorimê hate hînbûn ku girtiyê bi navê Ahmet Aslan (18) ê PKK’î ji ber helwesta hikûmeta AKP’ê ya li dijî pêvajoya aştiyê û êrîşên li hemberî Kobanê xwe daliqandiye. Aslan di nameya xwe ya hiştiye de diyar kiriye ku ev ne întixar, çalakiya fedayî ye.

Girtiyê bi navê Ahmet Aslan (18) ê PKK’î yê beriya 2 salan li çoltera Qereyaziyê hate girtin û li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê bû ji bo şermezarkirina polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ya pêvajoya aştiyê û helwesta wî ya parastinê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê xwe daliqandiye. Aslan ê ku dema hevalên wî ne di qawîşê de bûne çalakî pêk aniye jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aslan rakirin Saziya Tiba Edlî ya Erziromê û hate hinbûn ku Aslan nameyek hiştiye û ev name jî li cem hevalên wî ye.

Ji parêzerên ÎHD’ê ya Erziromê Kadîr Guzelbaba û parêzerê malbatê Berdan Ozturk saetên dereng ên di şevê de çûn girtîgehê bû hevalên Aslan re hevdîtin pêk anîn. Piştî ku cenazeyê Aslan ji Saziya Tiba Edlî ya Erziromê hate hilgirtin Guzelbaba û Ozturk daxuyanî dan û diyar kirin ku piştî hevdîtina wan a bi hevalên Aslan re kirine, ji wan re hatiye gotin bûyen ne întixar e çalakiyeke fedayî ye. Hate ragihandin ku di nameya ku Aslan hiştiye de sedema çalakiyê weke “polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ya di pêvajoya çareseriyê de yên neçareseriyê û polîtîkayên wî yên parasker a çeteyên êrîşî Kobanê dikin” hatiye nîşandan.

Di daxuyaniya hevalên Aslan kirin de jî ev tişt hate ziman: “Çalakiya hevalê Ahmet çalakiyeke fedayî ye. Ji bo şermezarkirina polîtîkayên hikûmetê ya neçareseriyê ya li Kobanê ev çalakî pêk hatiye.”

Parêzer Guzelbaba jî daxuyand ku Aslan ji ber îsrarkirina hikûmetê ya di neçareseriyê û ya li hemberî Kobanê ev çalakiya fedayî pêk aniye û wiha axivî: “Hevalê me Ahmet jixwe di nameya hiştiye de û hevdîtina me ye bi hevalên wî re de li dijî polîtîkayên neçaresiyê ya hikûmetê ev çalakiya fedayî pêk aniye. Em bi hevalên wî yên qawîşê re axivin agahiyên pir zelal dan. Dîsa ev agahî di nameya ku heval Ahmet hiştiye de jî ev agahî hene. Çalakiya wî pir zelal e. Çalakiyeke fedayî ye.”

 Bavê Aslan, Mahmut Aslan jî diyar kir ku kurê wî tenê şehîdê wî nîn e, şehîdê hemû Kurdistanê ye û got bila serê hemû Kurdistanê sax be.

Malbata Aslan, ÎHD’a Erziromê, Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Erziromê, rêveberên MEYA-DER’ê û gelek welatiyan cenaze ji Saziya Tiba Edlî ya Erziromê wergirtin û birin Bazîdê. Cenaze wê li şehîdgeha navçeyê bê definkirin.