Ji gerîlayan li dijî avakirina qereqolê hişyarî

Ji gerîlayan li dijî avakirina qereqolê hişyarî

Gerîlayên HPG’ê li herêma Kato Marînos ya Botanê bi çekên ferdî û giran li dijî helîkopterên artêşa Tirk ên ku bi awayeke nizm difiriyan çalakî pêk anî. Ji ber çalakiya gerîlayan helîkopter ji herêmê dûr ket. Gerîlayên HPG’ê li navçeya Pilimûra Dêrsimê, bi armanca hişyariyê li dijî avakirina qereqola li gundê Girê Sor çalakiyek li dar xistin. Li aliyeke din jî, balafirên şer li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê keşf pêk anîn.

Navenda Çapemenî –Ragihandina HPG’ê ragihand ku roja 3’yê cotmehê, saet di 15.30 de, du helîkopterên bi tîpa Kobra, ku xwestin li herêma Kato Marînos a Botanê, keşfê bikin, bi awayeke nizim, li rastî çalakiya gerîlayan hat. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gerîlayan di çalakiyê de çekên giran û ferdî bi kar anîn û di encamê de helîkopter neçar man ku ji herêmê dûr bikevin.

Navenda Çapemenî –Ragihandina HPG’ê, roja 3’yê cotmehê, saet di navbera  20.00 û 20.30 de, balafirên şer ên artêşa Tirk li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi awayeke nizim firîne.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîlayên HPG’ê li navçeya Pilimûra Dêrsimê, bi armanca hişyariyê li dijî avakirina qereqola li gundê Girê Sor çalakiyek li dar xistin. HPG’ê da zanîn ku çalakî roja 3’yê cotmehê, saet di 16.00 de, bi armanca hişyariyê hatiye lidarxistin û got: “Piştî vê çalakiya gerîlayên me, balafirên bê mirov ên keşfê yên artêşa Tirk li herêmê, bi awayeke berfireh dest bi firînê kirine.”