Ji êşkenceya raporê, biryara mirinê derket
Ji êşkenceya raporê, biryara mirinê derket
Ji êşkenceya raporê, biryara mirinê derket
Li gorî encama ji rapora êşkencê ya bi hefteyane li Girtîgeha Metrîsê dewam dike, 13 girtiyên nexweş wê heta mirinê li girtîgehê bin. Di encama muayeneyan de bi tenê girtiyek, wê beriya bimire ji girtîgehê derkeve. Li 4 girtiyan jî, êşkenceya raporê dewam dike.
Ji destpêka meha Hezîranê û vir ve ji ber rapora tipa Edlî, li Girtîgeha Metrîsê bi tenê ji 18 girtiyên nexweş, yek tê berdan ji 10 girtiyan re jî rapora "dikare li girtîgehê bên ragirtin" hat dayîn. 2 girtî jî, wê bişînin Girtîgeha Rehabîlîtasyonê ya Metrîsê û piştî 3 mehan rewşa wan careke din li ber çavan bê derbaskirin. Kar û barê 4 girtiyan jî dewam dike. Yek ji girtiyên nexweş ê Saziya Tipa Edlî bi rapora "dikare li nexweşxaneyê bimîne" ew terkî mirinê kiriye, Avnî Ûçar e. Ûçar bi tenê gurçikek wî heye û li wê jî kanser daye der. Hasan Tûgrûl ê 56 salî jî qet nikare biaxive, tiştek nayê bîra wî, paşê binî (pêçandinê) bikar tîne û eger kes alîkarî pê neke, nikare bimeşe.
Ji destpêka meha Hezîranê ve, 18 girtiyên nexweş ên ji girtîgehên cûda yên Tirkiyê, ji bo rapora tipa edlî anîn Girtîgeha Metrîsê.
Pirraniya van girtiyan, bi cezayê muebbetê û cezayê giran ê muebbetê hatine cezakirin. Pirraniya wan jî 15-20 salin di girtîgehê de ne.
Di çarçoveya Pakêta Bicihanînê ya Dadgeriyê de li gorî guhertina di maddeya 16. de hat kirin, ji van nexweşxan ji nû ve rapor hat xwestin, lê ev pêvajo veguherî êşkenceyê. Di nava wesaîta rîngê de, bi saetan dest kelepçekirî hatin rawestandin. Tevî avê, ti pêwistiyeke wan a lezgîn nehat tedarikkirin. Di nava vê demê de nehatin dermankirin. Bi taybetî rewşa nexweşên kemoterapî û diyalîzê giran bû.
BI TENÊ YEK JI WAN HAT BERDAN
Ji 18 girtiyên ku bi hefteyane li êşkenceya raporê rast tên, tenê nexweşê kanserê Taylan Çîntay hat berdan.
17 KES TERKÎ MIRINÊ HATIN KIRIN
Saziya Tipa Edlî ya Tirk, der heqê Salîh Tûgrûl û Hasan Kaçar de jî biryar da ku bişîne Girtîgeha Rehabîlîtasyonê ya Metrîsê û piştî tedawiya 3 mehan ewê rewşa wan ji nû ve di ber çavan re derbas bike.
Saziya Tipa Edlî ya Tirk, ji Mehmet Emîn Akdag, Suphî Îsmaîl, Fîlît Tîltay, Îsmaîl Elmas, Avnî Ûçar, Alî Ekber Orûç, Huseyîn Dînç, Huseyîn Yildiz, Sebgetûllah Guler û Kamîl Tûranlioglû re rapora "Dikarin li girtîgehê bimînin" da.
Muayene û kontrolên Hakan Golunç, Hasan Alkiş, Fîkret Guzelaydin û Ergîn Aktaş jî dewam dikin.
TI PÊWISTIYÊN WAN NAYÊN TEDARIKKIRIN
Yek ji girtiyên nexweş ê Saziya Tipa Edlî ya Tirk ew terkî mirinê kirine, Alî Ekber Orûç e. Orûç ê 21 sal in di girtîgehê de ye, hikumxwarê muebbetê ye.
Orûç ê di sala 1969'an de li Amedê hat dinê, bi nexweşiya huntigton a genetin norolojîk e. Ev nexweşî dibe sedem ku liv û tevgera mirovan xera bibe. Tevahiya bedena girtiyê nexweş dilerize, ku ji Girtîgeha Erzîromê ew anîbûn Girtîgeha Metrîsê. Dema dimeşe, li bin guhê dîwêr dikeve, dengeya xwe wenda dike û dikeve erdê. Bi destê xwe nikare tiştekî bigire, nikare ti pêwistiya xwe tedarik bike. Nikare kevçî bibe devê xwe. Bi zor û zehmetî gelekî hêsî û lawaz dipeyive. Lê gava bi baldarî guh lê neyê dayîn, axaftina wî nayê fêmkirin. Zêde tiştek nayê bîra wî.
LINGEKÎ WÎ JI RÛV VE JÊKIRÎ YE
Suphî Îsmaîl ê di sala 1981'ê de hat dinê, ji ber teqîna mayinê lingekî wî ji rûv ve jêkirî ye. Îsmaîl ê bi birîndarî ew girtin û li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê bicih kirin, bêyî destûra wî, lingê wî jê kirin. Dema sibehekê hişyar bû, dît ku lingê wî hatiye jêkirin. Suphî Îsmaîl ê ji Rojavayê Kurdistanê ye, ti mêvanên wî yên bên serdanê tineye.
HERDU DESTÊN WÎ JÊ BÛN
Hikumxwarê muebbeta girankirî Ergîn Aktaş jî, herdu destên wî jêkirî ne. Aktaş, mîna Suphî Îsmaîl dema sibehekê hişyar dibe, dibîne ku destên wî hatine jêkirin.
Berî teqîna rê li ber jêbûna destê wî vekir rû bide, Aktaş ji serê xwe ve birîndar dibe. Ji ber vê yekê, li ser serê wî şopên birînê hene. Lewma nikare zêde biaxive û gelek tiştan ji bîr dike.
Pêvajoya darizandinê ya Aktaş, tevî qonaxa Dadgeha Bilind, di nava salekê de hemû temam bûne. Aktaş ê xwest bi Kurdî xwe biparêze, bê parêzer hat darizandin û nekarî xwe biparêze. Di encama vê de jî cezayê muebbeta girankirî, 28 sal ceza û bi hezaran lîre cezayê pere lê hat birrîn.
GURÇIKA WÎ TINEYE, YA DINÊ JÎ LI BER WENDAKIRINÊ YE
Girtiyekî din ê Saziya Tipa Edlî ya Tirk ew terkî mirinê kiriye Avnî Ûçar e. Ûçar ê hikumxwarê muebbetê, bi kansera gurçikê ketiye. Gurçikek wî hatiye girtin. Kanser belav bûye. Li gurçika din jî tumor hat tespîtkirin. Her weha ev tumor 2 cm mezin e.
BINÊ XWE ŞIL DIKE
Saziya Tipa Edlî ya Tirk der heqê Salih Tûgrûl ê 56 salî û Hasan Kaçar de rapor da ku 3 mehan li nexweşxaneya girtîgehê bên ragirtin û dûre careke din serlêdanê bikin.
Salîh Tûgrûl ê Saziya Tipa Edlî ya Tirk ji bo wî got, "Bila hinekî din li girtîgehê bimîne, emê dûre lê binêrin" hemû refleks û bîra xwe wenda kiriye. Qet nikare biaxive û her tim ji devê wî girêz diherike. Bi tena serê xwe nikare bimeşe, bêyî alîkariya hevalên xwe bi tenê çend gavên biçûk diavêje, qet nikare bi pêlikan re hilkişe. Paş paşî nikare gavekê jî biavêje, gava gavê diavêje yekser dikeve xwarê. Her tim binê xwe şil dike. Dibêje qey koxûş û banyo, tiwalet e. Hewl dide li wir banyo bike û pêwistiya xwe ya tiwaletê tedarik bike.
Hasan Kaçar ê di sala 1984'an de hat dinê jî ev 10 sal in li girtîgehê ye. Kaçar ê 51 kîloyî, nexweşê ankîlozan spandîlît e. Ankîlozan spandîlît ku nexweşeke kronîk a bi êş e, di serî de li movikên jêrî piştê û milan, xwe dide der. Bi giranbûna nexweşiyê re movikên piştê hevdu dixun û pişt xwar dibe. Ji ber vê yekê nexweşî zerarê dide, gurşik, rovîk, dil û kezebe.
Her tim êşê dikşîne û vê rewşê bi gotina "Ji tiliya lingê min heta paş stuyê min, her derê min diêşe" tîne ziman. Ji ber êşên xwe, gelekî lawaz tev digere.
KÊ RAPOR DAN
Navên ku raporên "Dikarin li girtîgehê bimînin" dan girtiyan û ew terkî mirinê kirin ev e:
"Ji Saziya Tipa Edlî Serokê Desteya Îhtîsas a Tipa Edlî Doktorê Pispor Sadî Çagdir, ji pisporên tipa edlî Prof. Dr. Îmdat Elmas, doktorê pispor Tansev Boran, pisporê norolojî Prof. Dr. Abdulkadîr Koçer, pisporê nexweşiyên hundurîn Prof. Dr. Reşat Ozaras û Pisporê Nexweşiyên Giyanî Îbrahîm Soylemez."