Ji Eniya Rizgariya Gel a Filistînê banga ji bo Kobanê
Ji Eniya Rizgariya Gel a Filistînê banga ji bo Kobanê
Ji Eniya Rizgariya Gel a Filistînê banga ji bo Kobanê
Eniya Rizgariya Gel a Filistînê (ERGF), li dijî çeteyên DAIŞ'ê banga piştevaniya ji bo gelê Kobanê kir. ERGF'ê di daxuyaniya xwe de got: ''Bi taybet şervanên jin bi rol û rêberiya xwe bi qehramanî dibin mînaka fedakariyê.''
Şoreşgerên Filistînî destek dan gelê Kobanê û banga piştevaniyê kirin. Berdevkê Çapemeniyê yê Eniya Rizgariya Gel a Filistînê (ERGF) Xalid Bereket daxuyaniyek da û piştgirî da berxwedana Kobanê. Bereket diyar kir ku wê serkeftin bi hevgirtina gelan pêk bê.
Di daxuyaniyê de hat gotin: ''Hemû hêzên şoreşger ên Filistînî û Ereb, ji bo piştgirî û desteka bi berxwedana Kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê û emperyalîst ên ku wan destek dikin, re bûne yek.'' Bereket bal kişand ser girîngiya yekîtiya têkoşîna gelan û got: ''Serkeftin wê bi hevgirtina têkoşîna gelan pêk bê.''
'ŞERVANÊN JIN MÎNAKA FEDAKARIYÊ NE'
Bereket ku got: ''Şervanên Kurd bêyi ku ferqê bixin navbera jin û zilaman, li dijî hêzên emperyalîst, hevalbendên wan û hêzên hov ên ku ji aliyê wan ve hatine afirandin, çekdarkirin û destekkirin, şer dikin'' û destnîşan kir ku DAIŞ bi çekên DYA'yê êrîşî Kobanê dikin.
Bereket pesnê şervanên jin ên Kurd ên ku di nava refên YPJ'ê de têdikoşin da û got: ''Tevgera azadiyê ya Kurdan û bi taybet şervanên jin bi rol û rêberiya xwe bi qehramanî dibin mînaka fedakariyê."
Bereket kesên di xwepêşandanên bi armanca piştgiriya ji bo Kobanê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan bi bîr xist û bal kişand ku berxwedêrên Kurdan û şervanên Filistînê ji bo azadiyê di heman çeperê de têkoşiyane û got: "Desteka şoreşgerên Filistînî ya ji bo şervanên azadiya Kurdan xwedî dîrokek e. Têkoşîna hevpar a gelên me wê li dijî emperyalîzma ku bûne bingeha terora li herêmê, siyonîzm û hêzên hov rawestin û wê bi xwe re serkeftinê bînin.''