Ji damezrînerên YBŞ'ê Azad Bacinî li Çiyayê Şengalê hat bîranîn
Ji damezrînerên YBŞ'ê Azad Bacinî li Çiyayê Şengalê hat bîranîn
Ji damezrînerên YBŞ'ê Azad Bacinî li Çiyayê Şengalê hat bîranîn
Ji damezrîner û fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Fewaz Hecî Mûrat bi nasnav Azad Baciî, ku lil qada Gabarê ya Şengalê di 3'ê Cotmehê de, di şerekî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Qolka yê Çiyayê Şengalê roja Sêşemê bi merasîmeke xwarinê, hat bîranîn.
Ji damezrîner û fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Fewaz Hecî Mûrat bi nasnav Azad Baciî, ku lil qada Gabarê ya Şengalê di 3'ê Cotmehê de, di şerekî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Qolka yê Çiyayê Şengalê di 7'ê Cotmehê de bi merasîmeke xwarinê, hat bîranîn.
Tevî fermandarê YBŞ'ê Dilşêr Herekol xizm û rêhevalên Bacinî jî tevlî merasîmê bûn. Dilşêr Herekol di axaftina xwe ya li merasîmê de, di kesayetiya Azad Bacinî de "hemû şehîdên şoreşê" bibîr anî.
Herekol ji bo wan kesên ku dibêjin di serî de civaka Êzidî gelê Kurd bêhêz e got, "Yên dibêjin gelê Kurd bêhêz e pêwîste vê bizanibin ku gelê Kurd gelekî xurt e. Li dijî zehmetî, zilm û her şêwe êrîşan li ber xwe dide, xwe diparêze."
Herekol axaftina xwe wiha dewam kir: "Rewşa aboriyê ya malbata hevalê Azad baş nebû, lê belê hevalê me yê Azad hevalekî gelekî xurt û bi qîmet bû. Bi gelê xwe re dijiya. Ji bo civata Êzidî dixwest her tiştî bike. Ji bo vê jî di nava xebatên TEVDA (Tevgera Demokratîk û Azad), di nava xebatên ciwanan de cih girt. Tevî vê, berî komkujiyê çû perwerde dît. Piştî perwerdeyê vegeriya Şengalê û li cem civaka Êzidî cih girt. Yek ji pêşengên têkoşîna li dijî komkujiyê bû. Hevalê HAzad û hin ciwanên Êzidî yên pê re, di damezrandina YBŞ'ê de cih girtin. Ji bo dîrokê ji nû ve binivîsînin û pêşî li komkujiyan bigirin, ketin nava têkoşînê. Ji ber dîrok heta roja îro bi derewan û bi destê desthilatdaran hatiye nivîsandin. Hevalê Azad ev qebûl nekir û xwest li şûna vê dîrokê dîroka berxwedanê binivîsîne. Em jî divê li şûna vê dîroka komkujiyê, dîroka serketinê binivîsînin. Ji bo pêkanîna vê jî hêza me û baweriya me heye. Lewma em vê dîrokê qebûl nakin. Ji ber vê yekê ciwanên rahiştine çekan û li vî çiyayî têdikoş in, wê dîrokê biguherînin. Pêwîstî bi baweriya bi vê heye. Gelê li vî çiyayî dimîne jî divê vê têkoşînê bimeşîne. Eger ev pêk were, hingî di rêya Êzidiyatiyê de meş hatiye kirin. Êdî divê dirûşmeya me ya nû ya serketin ya serketin be. Ji bo vê jî dibe ku em weke hevalê Azad berdêlan bidin. Lê belê em ê bi ser bikevin. Ji ber ku êdî şer li ber derî ye. Berî çend rojan li Dîgurê berxwedaneke destanî ya 4 rojan hat nivîsandin û zêdeyî 100 çete hatin kuştin. Lewma divê em vê destana berxwedanê mezin bikin. Û divê em têkoşîna hevalên xwe yên şehîd ketine heta serketinê dewam bikin. Ji bo vê jî em careke din sozê didin civaka xwe ya Êzidî, sozê didin tevahiya gelê xwe."
Piştî axaftina fermandarê YBŞ'ê Dilşêr Herekol, bavê yek ji damezrînerên YBŞ'ê Azad Bacinî Hecî Mûrad beşdar silav kir û got, "Fewaz ji bo ola xwe, ji bo welatê xwe û ji bo miletê xwe şehîd ket. Ji ber vê serê min bilind e. Em ê tola Fewaz û tola gelê xwe hilînin. Ji ber vê yekê ez ê dest ji rêya kurê min tê de meşiyaye, bernedim. Lewma serê civaka Êzidî, serê gelê Kurd sax be. Şehîdê ola xwe ye. Û şehîd namirin."
Piştî axaftina Hecî Mûrad xizm û hevalên têkoşînê yên Bacinî bi hev re dirûşma "Şehîd Namirin" qîriyan. Piştre xwarina ji bo Bacinî hat amadekirin, hat belavkirin.