Ji DAIŞ’ê reviyan, li cem Kurdan stirîn

Ji DAIŞ’ê reviyan, li cem Kurdan stirîn

Malbata Ereb a ku beriya 4 salan ji Hammayê ji ber çeteyên El Nusrayê reviya û hat Kobanê niha jî ji ber zilma çeteyên DAIŞ’ê hat Pirsûsê. Malbata Ereb a ku dema ji sînor derbas bûn kurê xwe winda kirin bi gotina “em li bendê bûn ku ji belayeke xilas bibin lê belayeke din tê serê me” rewşa xwe vegotin.

Çeteyên weke El Nusra û DAIŞ’yê yên ji hêzên navneteweyî û yên herêmî piştgiriyê digirin bêyî ku cudatiyê bixin navbera ol, ziman û çandê hemû kesên ku li hemberî wan serî natewînin ji xwe re dikin hedef. Malbata Abdullah Bazo û hevsera wî Saba Katremîz a eslê xwe Ereb in beriya 4 salan ji ber zilma çeteyên El Nusrayê hatin Kobanê bicih bûn bi 6 zarokên xwe ve têkoşîna jiyanê didan. Malbata ku vê carê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê mecbûr man Kobanê biterikînin bi Kurdên Kobanê hatin re li qata binê ya Şaredariya Pirsûsê bi cih bûn.

EWIL EL NUSRAYÊ PIŞTRE DAIŞ’Ê

Abdullah Bazo diyar kir ku beriya 4 salan ji ber êrîşên çeteyên El Nusrayê reviyane hatine Kobanê bi cih bûne û li vir ji bo debara malbata xwe bike emeletî kiriye, lê ev meha dawî jî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi cîranên xwe yên Kurd ve hatine Pirsûsê. Bazo tiştên ku jiyane wiha vedibêje: “Rejîma Sûriyeyê bi rastî jî rejîmeke ku bê qebûl kirin nebû. Lê rêxistina ku dibêjin El Nusra derket holê, vê carê wekî ku em li Esad geriyan. El Nusra ya ku îdîa kir wê me ji rejîma Esad xilas bike vê carê li ser gel pêkûtî meşand. Ez wekî erebekî ji Hamayê bi bazirganiyê ve mijûl dibûn û min dikana xwe ya pêlîstokan girt û bi zarokên xwe ve hatim li Kobanê bicih bûm. Li vir bi emeletiyê min debara mablata xwe dikir. Lê vê cadê rêxistina DAIŞ’ê bi îdîaya cihadê derket hole û êrîşî Kobanê kir. Em mecbûr man Kobanê biterikînin. Em bi Kurdan re hatin Pirsûsê û niha li vir bi piştgiriya şaredariyê ve em li ser piyan e. Niha em dixwazin vegerin Hamayê û li mala xwe û bi zarok^ne xwe re wekî mirovan di nava aramiyê de bijîn, ji bo vê dixwazin rewşeke arama pêk bê. Me hêvî dikir ku ji belayeke xilas bibin lê belayeke din tê serê me.”

 LI SÎNOR KURÊ XWE WINDA KIR

Hevsera Bazo, Saba Katremîzê jî diyar kir ku ev rêxistinên li ser navê Ereban dendikevin holê zilmeke mezin li serê wan dikin. Katremîz da zanîn ku  ji Kobanê derbasî Pirsûsê bûne kurê xwe yê 18 salî winda kirine. Katremîz bilêv kir ku beriya 4 salan dema ji Hamayê derketine Kurdan hembêza xwe ji wan re vekirine û ev tişt anî ziman: “Vê carê me ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê Kobanê terikand. Dema em ji sînor derbas dibûn kurê min Basil ê 18 salî winda bû. Em li aliyekî bê cih û war man li aliyê din min kurê xwe winda kir. Me rayedarên li vir agahdar kir lê em agahiyeke nakirin bigirin.”