Ji çeperên berxwedanê bang: Heta dawiyê em ê şer bikin

Ji çeperên berxwedanê bang: Heta dawiyê em ê şer bikin

Gotinên şervanên YPG’ê ên di eniyên pêş de şer dikin di rûyê wan de xuya dike. Şervanên YPG’ê yên ji çeperên berxwedanê bang li cîhanê kirin gotin, “Heta em DAIŞ ji Kobanê neavêjin em ê dest ji çeperên xwe bernedin. Bila tevayî dewletên cîhanê zanibin ku em ê heta dawiyê li Kobanê şer bikin.”

Berxwedana Kobanê di roja 55. de didome. Şervanên YPG/YPJ’ê roj bi roj çeteyan paşde dixin. Şervanên YPG/YPJ’ê diyar dikin ku heta çeteyên DAIŞ ji van deran dûr nexin wê nesekinin.

‘HETA EM ÇETEYAN PAQIJ BIKIN’

Şervanê YPG’ê Denîz ê li eniya rojhilat di çepera herî pêş de wiha axivî: “Ez ji vir ne tenê gelê Kurd bang li tevayî miletan û mirovan dikim. Bila vê hovîtiyê bibînin. Ne madî be jî bila bi awayê manewî piştgiriyê bidin me.”

Denîz got ku li Kobanê şoreşek heye û wiha dewam kir, "Li vir ji bo mazlûman şerek heye. Ev ji bo me dibe çavkaniya moralê.”  

Şervanê YPG’ê Kurtay jî ku di eniya rojhilat çepera pêş de cih digire got, “Me soz daye. Heta dawiyê em ê vî şerî bidomînin” û wiha dewam kir, “Heta em DAIŞ ji Kobanê neavêjin em ê dest ji çeperên xwe bernedin. Bila tevayî dewletên cîhanê zanibin ku em ê heta dawiyê li Kobanê şer bikin.”

'ÇETE ÊDÎ  DI NAV TIRSÊ DE NE'

Şervanê YPG’ê Sînan jî diyar kir ku şerê li Kobanê bi berxwedaneke mezin tê meşandin, hêza çeteyan a şer bikin nemaye û wiha axivî: “Êrîşên mezin ên çeteyan hatin şikandin. Êdî di nav tirsê de ne. Li cihê em lê di nav çend rojên dawî de darbeyên mezin xwarin. Nikarin ne pêşde biçin ne jî paşde.”