Ji Çelê silav li Şoreşa Rojava hat kirin
Ji Çelê silav li Şoreşa Rojava hat kirin
Ji Çelê silav li Şoreşa Rojava hat kirin
Li navçeya Colemêrg Çelê, bi wesîleya 1. salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes daketin kolanan û salvegera şoreşê hat pîrozkirin.
Şaredar, endamên Meclisa Şaredariyê, rêveberen BDP'ê û bi hezaran kes ji navenda Colemêrgê, gundên dordorê û ji navçeya Çelê tevli şahiyê bûn.
Girse bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û KCK'ê meşiyan Kolana Cumuhriyetê. Di şahiyê de herî zêde zarokên ku di destê wan de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê û KCK'ê hebûn, bal kişand.
Piştî ku girse hat cihê şahiyê, Hevserokê Navenda BDP'a Colemêrgê Rahmî Kurd axivî û diyar kir ku piştî ku bi salan gelê kurd têkoşînê da, gelek destkevtiyan girte dest. Kurt bal kişand ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku nêzîkatiya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nêzîkatiya li hemberî gel e û ev xeta wan a sor e.