Ji CDK-F ji bo tevlîbûna çalakiyan bangawazî
Ji CDK-F ji bo tevlîbûna çalakiyan bangawazî
Ji CDK-F ji bo tevlîbûna çalakiyan bangawazî
Hevserokatiya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) bang li hemû Kurd û dostên Kurdan kir ku tevlî çalakiya bi şîara ‘her der Kobanê ye, her der berxwedan e’ ya li qada Bastîlle ya Parîsê roja Şemiyê saet di 15’an de pêk tê bibin. CDK-F’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku berxwedana Kobanê kete roja 30’an û hat gotin ku gelê Kobanê û şervanên YPG’ê bi fedakariyeke mezin li dijî DAIŞ’ê têdikoşin û wiha berdewam kir: “Têkoşîna gelê Kurd tevî windahî û şehadetên mezin didome. Bi piştgirî û hewldana taybet a Tirkiyeyê şer û pevçûn her diçin dijwar dibin. Yekane peywira DAIŞ’ê kirine komkujiya Kurdan.
Divê her kes, her dewlet li dijî DAIŞ’ê raweste û di serî de jî NY, Yekîtiya Ewropayê û sazî û lijneyên navneteweyî peywira xwe bîne cih û piştgiriyê jî bidin gel. Tevî daxwaza gelê Kurd dewletên navneteweyî bêdengiya xwe diparêzin. Ev nikare bê qebûlkirin. Em Kurdên li Fransayê dijîn, careke din dibêjin ku piştgiriya çekan bidin gelê Kurd. Em bang li hemû Kurdistanî û Fransiyan dikin ku tevlî çalakiyan bibin. Her wiha divê Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande bang li hemû welatên navneteweyî kir ku tevlî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bibin. Kobanê sembola şer e.”
CDK-F’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê çalakiyên gelê Kurd bidomin, roja Şemiyê saet di 15’an li qada Bastîle wê meşek pêk bê û bang li her kesî kir ku tevlî bibin.