Ji bo sivîlên li Kobanê banga alîkariya mirovî

Ji bo sivîlên li Kobanê banga alîkariya mirovî

Berdevkê Fermî yê Rêveberiya Kantona Kobanê Mehmud Beşar, destnîşan kir ku Kobanê wê bi her awayî berxwedana xwe bidomîne, lê gelê sivîl ku ji ber ewlekariyê gundên xwe vala kirine, her tiştek li pey xwe hiştine û hatine nava bajar. Beşar diyar kir ku ji ber ku Kobanê di bin ambargoyê de ye pêdiviyên jiyanî nayên bicîh anîn û banga lezgîn a alîkariya mirovî li tevahiya Kurdistan û cîhanê kir.

Berdevkê Fermî yê Rêveberiya Kantona Kobanê Mehmud Beşar derbarê rewşa welatiyên sivîl ên li Kobanê de ji ANHA’yê re axivî.

Mehmud Beşar bibîr xist çeteyên ku Kobanê dorpêç kirine dixwazin gelê sivîl di komkujiyê re derbas bike, li hemberî van êrîşan bi derfetên kêm berxwedaneke bêhempa tê meşandin û wiha dom kir: “Kobanê ev nêzî salek û nîv e li ber xwe dide û birçî û tazî bimînin jî wê vê berxwedana xwe bidomînin.”

Beşar, da zanîn ku Kobanê berxwedanê didomîne, lê divê hêzên navneteweyî jî piştgiriya wê bikin û ev tişt anîn ziman: “Madem hêzên navneteweyî dibêjin ‘DAIŞ rêxistinek terorê ye’, divê pêwistiya van gotinan bicîh bînin û piştgiriya hêzên ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin bikin. Lewre divê alîkariya hêzên ku li Kobanê berxwedanê dikin jî bê kirin.”

Beşar destnîşan kir ku niha bi hezaran welatiyên sivîl di Kobanê de ne, li berxwe dide, lê pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi sedan, hezaran welatiyan ku ji ber ewlekariyê ji gundên xwe derketine, her tiştekî xwe li piştre xwe hiştine û hatine. Ji ber ku Kobanê jî hatiye dorpêçkirin pêdiviya welatiyan nayên bicîhanîn. Lewre divê alîkariya wekî xwarin, vexwarin (av), cil û berg, derman, betaniye û her cure pêdiviyên jiyanî bê kirin.”

Beşar banga alikariya lezgîn kir û wiha got: “Gelê Kobanê birçî û tazî jî bimîne wê dîsa li berxwe bide û têkoşîna bidomîne. Lê pêwîste hemû gelê Kurdistanê, dostên wan, tevahiya rêxistin û saziyên mirovî yên navneteweyî jî xwe berpirsyar bibînin û bi awayekî lezgîn alîkariyê bikin.”