Ji bo qatilê Aksoy bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistina ceza
Ji bo qatilê Aksoy bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistina ceza
Ji bo qatilê Aksoy bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistina ceza
Di doza Nilûfer Aksoy ya tevî daxwaza parastinê kiribû jî li Amedê ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin, qatil Murat Turkoglu yê tevlî rûniştina dozê nebû ji ber ‘rewşa baş’ cezayê mûebetê jêre hat dayîn.
Nilûfer Atasoy (Turkoglu) a dayika 2 zarokan ku di Midûriyeta Navçeyê ya Sewalvanî û Çandiniyê ya Teknîkên Aboriya Malê ya li navçeya Peyas a Amedê de dixebitî, tevî çend caran daxwaza parastinê kiribû ji aliyê hevserê xwe Murat Turkoglu ve 29’ê Tebaxa 2013 de xwestibû jê cuda bibe hat qetilkirin.
Murat Turkoglu yê jêre cezayê mûebetê yê girankirî yê hat xwestin, di rûniştina biryarê ya li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Amedê bi hinceta “rewşa baş” jêre cezayê mûebetê lê hat birîn. Tevgera Jinên Azad û Demokratîk û malbata Aksoy ên doz dişopandin piştî rûniştina dozê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Daxuyanî ji aliyê Psikologa EPÎDEM Gulîstan Turgut ve hat dayîn.
Turgut diyar kir li Tirkiyeyê û dinyayê her roja diçe tundiya li hemberî jinan zêde dibe, jin di her qada jiyanê de rastî tundiyê tên.