Ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurd wê komîteya amadekar bê avakirin
Ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurd wê komîteya amadekar bê avakirin
Ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurd wê komîteya amadekar bê avakirin
Ji bo “Konferansa Neteweyî ya Kurd” ya li Hewlêrê dê were lidarxistin nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl hatin gel hevdu. Di civîna ku nêzî 4 saetan berdewam kir, biryara avakirina komîteya amadekar hat girtin.
Ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ku weke "Konferansa Hewlêr" hat pêşniyarkirin û wek "Konferansa Neteweyî ya Kurd” tê pênasekirin ji bo bê lidarxistin nûnerên partiyên siyasî û civakên sivîl li bajarê Selahaddin (Mesif) hatin gel hevdu. Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî, Serokwezîrê Hukûmeta Herêmê Neçîrvan Barzanî, Endamên Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, Zekî Şengalî Ronahî Serhed, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk, Hevserokê Partiya Aştî Demokrasiyê (BDP)’ê Selahattîn Demîrtaş, Endamên Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK)’ê Sadî Pîra û Adnan Muftî, ji Partiya Demokratîk a Kurdistan PDK’ê Kemal Kerkûkî, Hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim û Asya Abdullah, Hevserokên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nulîfer Koç û Tahir Kemalîzade û gelek nûnerên partî û civakên sivîl beşdarî civînê bûn.
Di civîna ku nêzî 4 saetan berdewam kir, ji bo "Konferansa Neteweyî ya Kurd” biryara avakirina Komîteya Amadekar hat kirin. Ji bo partî endamên xwe yên ji bo komîteyê tespît bikin di roj wext hat dayîn. Di nav wan her du rojan de piştî partiyan endamên xwe tespîtkirin wê ji nû ve werin gel hevdu.