Ji bo Kobaniyan 403 qurban hat bexşkirin
Ji bo Kobaniyan 403 qurban hat bexşkirin
Ji bo Kobaniyan 403 qurban hat bexşkirin
Pêkhateyên Kongreya Îslama Demokratîk 403 qurbanên berhev kirin, li jin, zarok û extiyarên ji Kobanê hatibûn Pirsûsê belav kirin.
Pêkhateyên Kongreya Îslama Demokratîk 403 qurbanên berhev kiribûn li Kobaniyên ku li Pirsûsê hatibûn bicihkirin belav kirin. Qurbanên li mezbexaneya Pirsûsê hatin serjêkirin, ji bo li Kobaniyan bên belavkirin hatin pakêtkirin. Ji bo serjêkirina qurbanan nûnerên Mizgefta Bedîuzzeman a Norveçê û Mizgefta Şêx Seîd Mele Hesen Xeyrî, Hecî Baqî Bîlen û Selamî Çelîk tevlî bûn.
Li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk Mele Ekrem Baran axivî û got: “Ji bo alîkairya gelê Rojava bi wesîleya Cejna Qurbanê me xebateke wisa hevpar meşand.”