Ji bo Kobanê hişyariya 'nexweşiya şewbê'
Ji bo Kobanê hişyariya 'nexweşiya şewbê'
Ji bo Kobanê hişyariya 'nexweşiya şewbê'
Kedkarên tenduristiyê yên li Pirsûsê bi dilxwazî xizmeta tenduristiyê didin Kobaniyan, diyar kirin heta îro tu alîkarî ji dewletê wernegirtine û hişyariya, “Eger wer dewam bike mirin di rê de ne” kirin.
Kedkarên tenduristiyê yên ji SES, TTB û Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê pêk tên ku bi dilxwazî xizmetê didin Kobaniyên li Pirsûsê li Salona Şaredariyê ya Pirsûsê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Endamê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristiyê ya SES’ê Prof. Dr. Mehmet Zencîr, got, “Li vir bi temamî li ser esasê dilxwaziyê xebateke ku tê rêveberin heye. Saziyên navneteweyî yên wek NY û UNÎCEF jî tenê yên di bin banê AFAD de dibînin. Eger wiha dewam bike, pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê wê rû bidin.”
Zencîr got ku tu xebateke kanalîzasyon û ava vexwarinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Riha nîne û wiha dewam kir, “Her tişt bi rêya dilxwazên SES, TTB û Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê tê meşandin. Piştgiriyek ji dilxwazan re tune ye. Dibe ku mirina zarokan rû bide. Wê ji van pêşveçûnan wezaretên pêwendîdar û saziyên navneteweyî berpirsiyar in."