Ji bo Gerîlla Demîr mewlûd hat dayîn

Ji bo Gerîlla Demîr mewlûd hat dayîn

Ji bo Gerîllayê HPG'ê Eşref Demîr (Afad Colemêrg) ê di sala 2011’an de li ser sînorê Îranê di encama şerekî de jiyana xwe ji dest dabû li Wanê mewlûdek hate dayîn.

Gerîllayê HPG'ê Eşref Demîr (Afad Colemêrg) di sala 2011’an de li ser sînorê Îranê di encama şerekî de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata gerîlla Demîr a li Wanê dijî mewlûd da. Bi dîwarê mala sersaxiyê ala KCK, PKK, weneyê Reberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan û yê Eşref Demîr hat daliqandin. Mewlûda ku ji aliyê malbat û MEYA-DER'e ve hat dayîn gelek hemwelatî û siyasetmedar ku di nav wan de parlamenterê BDP'ê Ozdal Uçer û Endamê Meclîsa BDP'ê Ramazan Yildiz, Mehmet Aslan, Hevserokê BDP’ê yê Wanê Musa Îtah, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û Rêveberê KURDÎ-DER'ê hebûn tevlî bûn. Piştî xwendina mewlûdê ji bo cangoriyan Kurdistan deqîqeyekê rêz hat girtin. Parlamenterê BDP'ê Ozdal Uçer di axaftina xwe de wiha got:"Em wek gelê Kurd bi têkoşîna şehîdan ji tunebûnê heya roja îro hatin. bi berxwedana zîndanan û bi berxwedana Rêbertiyê re me têkoşîna xwe bilind kir."

Uçer axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi xwedîderketina li berxwedanê serxwebûn û azadî pêş dikeve. Pêwîst e gelê Kurd di her rewşê de xwedî li nirx û rûmeta xwe derkeve." Piştî axaftinê mewlûd bi dawî bû.