Ji bo gêrîlayên PKK’ê konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo gêrîlayên PKK’ê konê sersaxiyê hate vedan

Li Şirnexê ji bo gêrîlayê PKK'ê Ebdullah Afşar (Reşit) yên ku di demên çûda de jiyana xwe ji destdayî ji aliyê malbata wî ve konê sersaxiyê hate vedan.

Di salên 1990’an de li herêma Şirnexê di encama çalakiyekê de gêrîlayê PKK'ê Ebdullah Afşar (Reşit) û Hamdiye Afşar (Rengin) jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo her dû gêrîlayên PKK'ê ji aliyê malbatên wan ve ji aliyê malbata wan ve li navçeya Cizîrê Şirnexa konê sersaxiyê hat vedan.

Her dû gêrîlayên PKK'ê pismamên hevdû bûn. Ji bo bîranîna her dû pismama li taxa Surê çadir hati vedan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan û Mahsum Korkmaz (Egîd) hatin daliqandin.

Her wiha wêneyên gêrîlayên PKK'ê yên di demên çûdan de jiyana xwe ji destdayîn û ala KCK'ê ber derê çadira biranînê hatin vekirin. Bi hezaran welatî û gelek rêveberên BDP'ê çadira sersaxiyê ziyaretkirin.