Ji bo gerîlayên ARGK’ê mewlîd hate dayîn
Ji bo gerîlayên ARGK’ê mewlîd hate dayîn
Ji bo gerîlayên ARGK’ê mewlîd hate dayîn
Ji bo gêrîlayên ARGK’ê ên dotmam û pismanên hev ku di şerên cûda de li Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn, di konê taziyê de mewlîd hate dayîn.
Gêrîlayên ARGK’ê Ebdullah Afşar (Reşîd) û Hamdiye Afşar (Rengîn) pismam û dotmamên hevin ku di pevçûnên salên 1990’ê de jiyana xwe ji dest dabûn li navçeya Cizîr ya Şirnexê di konê taziyê de mewlîd hate dayîn. Mewlîda ku bi sedan kes tevlîbûn de Parlementerê Şirnexê yê BDP’ê Hesîp Kaplan, rêveberên bajar û navçeyan ên BDP’ê, MEYA-DER û Dayîkên Aştiyê tevlîbûn. Di konê taziyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengên PKK’ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Mazlûm Dogan hatin daliqandin. Ji ber Remezanê mewlîda ku di fitarê de hate dayîn, Parlementerê BDP’ê ê Şirnexê Hesîp Kaplan axaftinekî kurt kir.