Ji bo gerîlayê HPG'ê Kaya mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Kaya mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Kaya mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Abdulhakim Kaya yê li Mûşê jiyana xwe ji dest da li Agiriyê mewlûd hat dayîn.
Li navçeya Melezgîrtê ya Mûşê di 27'ê Hezîrana 2012'an de pevçûn derketibû û di pevçûnê de gerîlayê HPG'ê Abdulhakim Kaya (Mazlum Agiri) yê ji gundê Gova Usê ya Navçeya Avkevira Agiriyê jiyana xwe ji dest dabû. Rêxistina BDP'ê ya Avkevirê ji bo gerîlayê HPG'ê Kaya li navçeya Avkevirê mewlûd da.
Di mewludê de parlamenterên BDP'ê rêveberên BDP'ê, nûnerên TUHAD-DER, Komeleya Meleyan û gelek welatiyên din amade bûn. Di mewlûdê de ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê Serokê BDP'a Agiriyê BDP'ê Halef Keklik axivî û diyar kir ku ewê têkoşîna wan dewam bikin.
Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halil Aksoy jî anî ziman ku her ciwanên Kurd ku derdikevin çiyê dixwazin bi daxwaza dayik û bavê xwe derkevin çiyê. Aksoy got, "Hevalê Mazlum jî yek ji vana bû. Hevalê Mazlum jî wekî hezaran ciwanên kurd ji bo doza gelê xwe derket çiyê. Em dikarin êdî mizgîniyê bidin hevalên xwe yên şehîd, ku doza wan a azadiyê pêşî li demokrasî azadî û aştiyê vekiriye. Birêz Abdullah Ocalan di demokrasiyek azad de jiyanek azad pêşkêş kiriye. Em dê hemû li vê pêvajoya ku Birêz Ocalan dest pê kiriye xwedî derkevin."
Dayika gerîlayê HPG'ê Abdulhakim Kaya Kadriye Kaya jî diyar kir ku ew azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin û xwest, dewlet dest ji neheqiya li wan dike berde. Mewlûd bi xwedina dûa û xwarinê bi dawî bû.