Ji bo gerîlayê HPG'ê Akbûlût mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Akbûlût mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Akbûlût mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Abdulganî Akbûlût (Rêber Bagok) ê di şerê li bejahiya navçeya Şirnex Hezexê jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Abdulganî Akbûlût (Rêber Bagok) ê di şerê 14'ê Hezîrana sala 2012'an de li bejahiya navçeya Şirnex Hezexê jiyana xwe ji dest da, li Girêmîra mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de li gel Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Nisêbînê Abdulbarî Eren û rêveberên partiyê, Alîkarê Şaredarê Nisêbînê Ahmet Dînç, Şaredarên BDP'ê yên bajarokên navçeyê, gelek kes amade bûn. Mala serxweşiyê, bi wêneyên gerîlayê HPG'ê Akbûlût hat xemilandin.
Dayik Ferîde Akbûlûk li mewlûdê axivî û got, "Ez bi kurê xwe re serbilindim. Bila êdî xwîna ciwanên me neherike. Bila zarokên me yên li çiyê vegerin gel dê û bavên xwe. Em dixwazin serokê me azad bibe." Dûre birayê Akbûlûk Halîl Akbûlût peyivî û got, "Bi saya şehîdan serê me bilind e. Em hêvîdarin wê aştiyeke ser bilind û bi rûmet were. Em aştiyeke teslîmkar naxwazin. Eger em bi hev re di nava wekheviyê de bin, hingî dilê me malbatan wê rehet be."
Piştî mewlûda hat xwendin, girseya gel çû serdana gora Akbûlût a li Goristana Girêmîra. Li vê derê jî dûa hat xwendin.