Ji bo gerîlayê HPG’ê Akan li Wanê mewlûd

Ji bo gerîlayê HPG’ê Akan li Wanê mewlûd

Li navçeya Westan a Wanê, ji bo gerîlayê HPG'ê Kurtuluş Bîndal (Omer Akan) ê ku di sala 2011'an de li Qada Zagrosê jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hat dayîn.

Li gundê Atalaya navçeya Westana Wanê, ji bo gerîlayê HPG'ê Kurtuluş Bîndal (Omer Akan) ê ku di 2011'an de li qada Zagrosê di encama şer de jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hat dayîn. Bi sedan kes tevlî mewlûdê bûn. Piştî meleyan mewlûd xwend, Serokê Rêxistina DBP a Wanê Musa Îtah axivî û diyar kir ku qurbanên ku di Cejna Qurbanê de wê bên serjêkirin divê ji Kobanê re bên şandin.

Bavê Bîndal ê HPG'î, Şaban Bîndal jî piştî Îtah hêstên xwe anî ziman û wiha got: "Kurê min şehîdê hemû Kurdistanê ye. Ez bi wî serbilind im."