Ji bo gêrîlaya HPG'ê Guneş Kaynar konê şînê hate vedan
Ji bo gêrîlaya HPG'ê Guneş Kaynar konê şînê hate vedan
Ji bo gêrîlaya HPG'ê Guneş Kaynar konê şînê hate vedan
Ji bo gêrîlaya HPG'ê Guneş Kaynar (Helîn Mavîsu) a ku di 27'ê cotmeha 2002'an de li Qendîlê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, konê şînê hate vekirin.
Ji bo gêrîlaya HPG'ê Guneş Kaynar (Hêlîn Mavusu) a ku di 27'ê cotmeha 2002'an de li herêmê Qendîlê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û nû agahî dan malbatê li taxa Seyîd Fehîm Arvasî konê şînê hate vedan û mewlîd hate xwendin. Rêxistina BDP'ê ya Wanê, Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER û bi sedan welatî tevlî şînê bûn. Di konê şînê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gêrîlayên HPG'ê yên di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin.
Piştî rêzgirtinê Serokê Şaxa MEYA-DER'ê yê Wanê Îdrîs Şaybak axivî û diyar kir ku, di dîroka têkoşîna gelê Kurd de gelek bedel hatin dayîn. Şaybak anî ziman ku, gelê Kurd yê ku rastî polîtîkayên înkar û îmhayê tên dê her tim têkoşîna azadiyê bimeşîne û wiha got: "Ji vê rojê û pêve jî azadî nebe em dê jiyan nekin. Pêvajoya ji aliyê Birêz Ocalan ve hate destpêkirin ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn fersendek e. Hêviya me ewe ku ev pêvajo vegere aştiyekî bi rûmet." Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah ji wiha got: "Şehîdên me rûmeta me ne. Îro em bi saya şehîdên xwe, xwe dinasin."
Dayîka Kaynar Şehîrban Kaynar jî sipasî li hemû kesên hatin şînê kir û wiha got: "Tenê ev şahîda min nîne ya hemû gelê Kurd e." Piştî axaftina ji bo Kaynar mewlîd hate xwendin.