Ji bo gêrîla Unvercan mewlîd hate dayîn
Ji bo gêrîla Unvercan mewlîd hate dayîn
Ji bo gêrîla Unvercan mewlîd hate dayîn
Gêrîlayê HPG’ê M. Elî Unvercan ku li bejahiya navçeya Elbaka Wanê li gel 4 hevalên xwe di şerek yê li gel artêşa Tirk de di sala 2006’an jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo gêrîla Unvercan li Komeleya Hemwelatiyên Azad de mewlîd hate dayîn.
Gêrîlayê HPG’ê M. Elî Unvercan li bejahiya navçeya Elbaka Wanê di 20’e Tîrmeha 2006’an de li gel 4 hevalên xwe ji aliyê balefirên şer yên artêşa Tirk ve hatibûn bombebaran kirin û jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Garîpler ya li Taxa Hacîbekir hate bîranîn.
Piştî duayên li ser gora gêrîla hatin kirin, çûn Komeleya Hemwelatiyên Azad ya li Taxa Xarçort û li wir mewlîd hate dayîn. Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevserokê BDP’ê yê Wanê Mûsa Itah, Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirî ya Mezopotamyayê (MEYA-DER), Dayîkên Aştiyê, Meclisa Ciwanan ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), endamên Komeleya Meleyan ya Wanê û gelek kes tevlî mewlîdê bûn. Di dema deqîqeyek ya rêzgirtinê de sirûda “Çerşa şoreşê” hate xwendin. Piştî xwendina mewlîd û duakirinê, girseyê sloganên “Şehîd namirin”, “Bê serok jiyana nabe”, “Şehîdên me rûmeta me en” qîriyan. Li vir Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer axivî û diyarkir ku, ji ber sedema Remezanê ew di rojên mubarek re derbaz dibin û eger rojî girtin, birçî mayîn be hevalên me li girtîgehê 65 rojan birçî man.
Uçer got: “Eger mesel Misilmanbûyîn be, tu kes qasî Sûriyeyê Misilman nebû. Lê belê her carê Kurd perçiqandin. Eger birastî jî Misilmantî heye, pêwîste Roboskê neyê jibîr kirin. Erdogan hercarê di xwarina fitarê de behsa ol dike, lê belê tenê ji bo berjewendiyê xwe di axive. Yekê Misilman zilmê nake, zilmê qebûl nake. Eger Misilmanin, Misilmantiya herî mezin wijdane. Ez careke din sersaxiya hemû malbatê dikim, li hemberî tekolîna rêhevalên me birêz bejna xwe ditewînim.”
Piştî axaftinan di mewlîdê de xwarina fitarê li sedan kesî bilav kirin.