Ji bo dûrxistina Roûsseffê ji wezîfeyê, rê û rêzana qanûnî destpê kir
Ji bo Serokdewleta Brezîlya Dîlma Roûsseff ji wezîfeyê bê dûrxistin, li parlamentê rê û rêzana qanûnî hat destpêkirin.

Serokê Meclîsa Nûneran Edûardo Cûnha ku hevrikê herî bi îdîa yê Roûsseff e da xuyakirin, ku ji ber îdîayên li ser tarîkirina hesabên malî yên salên 2014-2015'an, der heqê Roûsseff de prosedûr hatiye destpêkirin.
Cûnha konferanseke çapemeniyê lidar xist û anî ziman ku biryara li ser qebûlkirin an jî redkirina rê û rêzana li parlamentê, wê ji aliyê komîsyona taybet a li parlamentê ve bê dayîn.
Serokdewlet Dîlma Roûsseff nerazîbûneke tund nîşanî biryara Serokê Parlamentê da. Roûsseff li ser îdîayan got, "Ji ber ku ev îdîa bi temamî 'bê bingeh in', dilê min rehet e."
Roûsseff ku par ji bo serdema duyemîn ji Serokdewleta Brezîlyayê re hat hilbijartin, ji ber îdîayên bertîl û karên ne li rê yên di şîrketa petrolê ya cemaweriyê Petrobras de, bi awayekî nebaş dest bi serdema nû ya wezîfeya xwe kir. Roûsseff di navbera salên 2003-2010'an de Petrobras bi rê ve dibir.