Ji bo ciwanê kurd yên polîsan înfaz kir banga 'serhildanê'
Ji bo ciwanê kurd yên polîsan înfaz kir banga 'serhildanê'
Ji bo ciwanê kurd yên polîsan înfaz kir banga 'serhildanê'
Tevgera Ciwanan a Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) bang li gel kir ku ji bo Ciwanê bi navê Murat Îzol yê ku di 27’ê Adarê de dema ji polîsan reviya û wenda bû, roja şemiyê cenazayê wî hate dîtin, banga serhildanê kir.
Li taxa Fîskaya a Amedê di 27’ê Adarê de hate diyar kirin ku ciwanê 19 salî yê bi navê Murat Îzol, polîsan daye du û xwe avêtiye Çemê Dîcle. Ji wê rojê şûnde agahî ji Îzol nehat girtin. Cesedê Îzrol di 7’ê Nîsanê de li derdora Pira Dehderî hat dîtin.
YDG-H ya Amedê der barê bûyerê de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku cenazeyên heval Murat Îzol ji aliyê polîs û parlamenter û nûnerên BDP’ê ve rakirine nexweşxaneyê û hat tesbîtkirin ku Îzol ji aliyê Polîsan ve gule li serê wî hatiye barandin. Di daxuyaniyê de wihate gotin: “Her wiha polîsan gef li malbatê xwariye û cenaze roja yekşemê di saetên êvarê de ji nexweşxaneyê derxistine û spartine axê.
Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz yê Amedê û ciwanên Amedê dikin ku li dijî qetilkirinê rabin serhildanê. Wek tê zanîn di 10’ê Sibatê de jî hevalê Şahîn Oner bi panzerê hate qetilkirin. Her wiha Murat Îzol jî ji serê wî gulebaran kirine. Di şexsê van her du hevalan de tê xwestin ku ciwanên kurd û gelê kurd bê tunekirin.
YDG-H destnîşan kiribû k udi 6’ê Nîsanê de li Amedê ji bo Murat Îzol li dijî lojmanên leşkerî çalakiya bi bombeya bi deng û Molotof pêk anîne.