Ji bo azadiya Ocalan 6980 îmze hatin komkirin

Ji bo azadiya Ocalan 6980 îmze hatin komkirin

Fehîm Genç ê li paytexta Holanda Amsterdamê dijî, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 6980 îmze berhev kir.

Genç da xuyakirin ku ew 5 meh in ji bo azadiya Ocalan îmzeyan kom dike û got, "Ji bo azadiya Serok Apo û zêdeyî 10 hezar girtiyên siyasî yên li zîndanan, ez îmzeyan kom dikim."

Genç diyar kir ku dema wî ji Holandiyan îmze kom dikir, wî ji wan re behsa rewşa dewleta Tirkiyê kiriye û aniye ziman ku dewlet ne ji dil e û li Tirkiyê mafên demokrasî û mirovan tineye. Genç got, "Her weha ji wan re behsa rola gelê Kurd a ji bo çareseriya bi rêya diyalogê dikim. Ji Holandiyan re dibêjim ku eglê Kurd aştiyê dixwaze, lê dewleta Tirk û perexwaz, şer dixwazin. Ji ber ku ew fêydê ji şer dibînin."

Fehîm Genç hema hema her roj ji bo îmzeyan kom bike li Amsterdamê digere û heta niha bi tena serê xwe 6980 îmze kom kir. Genç da xuyakirin ku weke şexs armanca wî komkirina 10 hezar îmzeyî ye.

Genç herî dawî vê bangê li Kurdistaniyan dike: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 14 sal in di hucreyê de dijî û li girtîgehan nêzî 10 hezar dîl hene. Divê em empatiyekê bikin. Pêwîste beriya herkesî ciwan û welatparêz tevlî vê kampanyayê bibin."