Ji bo Alî Bozan mewlûd

Ji bo Alî Bozan mewlûd

Ji bo Alî Bozan ê ku bi 3 welatiyan re bi îdîaya ku li Çewlikê tevlî êrîşa li hemberî polîsan bûye hat înfazkirin mewlûd hat dayîn.

Di 9'ê Cotmehê de li Çewlikê li hemberî polîsan êrîşa çekdarî pêk hat û piştî vê êrîşê wesayîta ku bi îdîaya êrîşî polîsan kirine li ser Pira Darahênê hate gulebarankirin. Di encama vê înfazê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji van welatiyan yek jê Alî Bozan bû. Li gundê Cîllîoglu a Kanîreşa Çewlikê bi tevlîbûna endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Zarîfe Karasungur, şaredara berê ya Licê Fîkriye Aytîn, Hevserokê DBP'a Çewlikê Halîs Yurtsever û gelek welatiyan mewlûd hat dayîn. Hevserokê DBP'ê ya Çewlikê Halîs Yurtsever di mewlûdê de axivî. Yurtsever sûîqesta li hemberî Midûrê Polîsan ê Amedê Gaffar Okan bi bîr xist û wiha got: "Piştî vê êrîşê serokwezîr got 'sûcdaran cezayê xwe dîtin'. Ev gotina wî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Hevalên me li wir hatin înfazkirin." Yurtsever xwest kujerên hevalên wan bên dîtin û cezakirin û got ku ew ê her tim şopdarê van hevalên xwe bin.

Piştî axaftinê xwarina mewlûdê hat xwarin.